Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Îro 3ê Gulanê, Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ye, bila li we pîroz be!
Tirkiye di rewşeka welê de ye ku medyaya navendî, Grûba Doganî hat firotin; digel ku rêxistinên mafparêz bi rojnamegeran re hevgirtin jî rojnameger kom bi kom hatin mehkumkirin. Dema Tirkiye di vî halî de ye Roja Azadiya Çapemenîyê ya Cîhanê hat.
Di roja azadiya çapemeniyê de zehmet e em behsa çapemeniya pirdeng an jî çapemeniya li şûna berjewendiyên hikûmetê biparêze berjewendiyên gelî biparêzin bikin. Her kû diçe Tirkiye ji “dinyaya demokratîk” dûr dikeve. Bi rêbazên Rewşa Awarte amadekariyên hilbijartinê têne kirin.
Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya Kanûna Paşiyê-Sibat-Adarê li doza 301 rojnameger, qunciknivîs, xêzçêker û berpirsên weşanê nêriye. Dadgeh ji bo rojnamegeran 20 caran cezayê mûebeta giran û carekê mûebet, li ser hev 3 hezar û 158 sal û 6 meh û 8 roj cezayê girtinê; 2. 545 hezar Lîreyrên Tirkan cezayê pereyî dixwazin.
Li gor raporê 48 doz di sê mehên paşiyê de hatine birêvebirin. Dadgehên Tirkiyeyê rojnameger bi sûcên “derbekarî”, “propagandaya ji bo rêxistinê”, “endambûna rêxistinê”, “sivikkirina saziyên dewletê”, “heqaret”, “heqareta li serokkomarî” ceza kirine; rojnameger sê caran bi mûebeta giran, bi 210 sal, 5 meh û 22 salan jî cezayê giritnê hatine mehkûmkirin.
Mijarên Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya Kanûna Paşiyê-Sibat-Adarê ev in: “rojnamegerên di girtîgehan de”, “rojnamegerên hatîn kuştin”, “êrîş, tehdîd û astengkirin”, “bêcezayî / mafxwazî”, “lêpirsîn, dozên hatîn vekirin-dozên dom dikin” “heqaret, mafên kesane û dozên tezmînatê”, “qedexekirin, komkirin û girtin”, “Dadgeha Qanûna Bingehîn”, “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê” û “RTUK(Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan)”
121 girtî
--
Di 1ê Nîsanê de 121 rojnameger ji ber karên xwe yên rojnamegeriyê di girtîgehan de bûn. Ji wan rojnamegerên girtî 75 rojnameger ji bo medyaya nêzîkî Cimaeta Fethullah Gulenî dixebitîn; 31 rojnameger di medyaya kurdan de bûn.
Di vê dewrê de rojnameger bi van sûcan hatine sûcdarkirin: “derbekarî”, “teşebisa ji bo têkbirina rêkûpêkiya bi Qanûna Bingehîn hatî çêkirin”, “ "FETÖ, PKK, DHKPC, MLKP, DHKP-C, TKEP/Lyê.”
Ji 121 rojnamegeran 36 rojnameger hê jî têne dadkirin. Lêpirsîna ji bo 36 rojnamegeran didome. Ji bo 22 rojnamegeran dadgehan biryar daye. Biryara ji bo 27 rojnamegeran ji dadgehên herêmî ji bo dadgehên bilind hatine şandin.
Di heman dewra sala 2017ê de ji 118 rojnamegeran ji bo 16an hikim hatibû dayin; 18 rojnameger dihatin dadkirin; lêpirsîna ji bo 84 rojnamegeran dom dikir.
Ji 23 rojnamegerên hatîn desteserkirin 17 rojnameger bi mijara kêşeya kurdan ve têkildar bûn
Di dewra Kanûna Paşiyê-Sibat-Adarê de, 23 rojnameger; nûçegihan, wênegir û xebatkarên çapemeniyê hatine desteserkirin. Piştî TSKyê(Hêzên Çekdar ên Tirkan) operasyona li ser Efrînê da dest pê kirin 17 rojnameger bi lêpirsînên bi “kêşeya kurdan” ve têkildar hatin desteserkirin.
Par di heman dewrê de, 22 rojnameger bi lêpirsîna FETO(Rêxistina Terorî ya Fethillahgir) hatibûn deteserkirin, 3 rojnameger ji ber medyaya kurdan ya hatî girtin û kesek bi karên xwe yên ji bo medyaya cîhanî hatibûn desteserkirin.
Di hemiya sala 2017ê de ji medyaya nêzîkî Fethillah Gulenî 31 rojnameger, ji medyaya kurdan 20, ji medyaya navneteweyî 5 kes hatibûn desteserkirin. Di sala 2016ê de ku hewildaneka ji bo derbeyê hatibû kirin û Halê Awarte hatibû îlankirin 201 kes hatibûn desteserkirin.
Du êrîş, sê tehdîd
Di Kanûna Paşiyê-Sibat-Adara 2018ê de, êrîş li du rojnamegeran hatiye kirin, tehdîd li rojnamegerekê/î û du saziyên medyayê hatiye kirin. Hesabê li Twitterê yê nûnerê medyayekê hatiye Hackkirin.
Di sala 2017ê de ya kêm êrîş li 7 rojnamegeran û weşanxaneyekê hatiye kirin. Kesên li derdora desthilatê çar organên medyayê tehdîd kirine. Di hemîya sala 2017ê de jineka rojnameger ya ji Sûriyeyê li Stenbolê hatiye kuştin, êrîş li 20 rojnameger, weşanxaneyek û rojnameyekê hatibû kirin. Herweha 12 rojnameger û 5 saziyên medyayê hatibûn tehdîdkirin.
Têkoşîna li dijî bêcezayê, li gor kesan...
Dosyayên dadkirina rojnamegeran li saziyên fermî ne, hinek jê bilez têne çareserkirin hinek jî tê hiştin û paşdedan. Di şeva hewildana derbekirinê de sê serbazên midaxele li Grûba Doganê kirîn bi sûcê “têkbirina rêkûpêkiya bi Qanûna Bingehîn hatî pêkanîn” hatiye dadkirin, cezayê girtina mûebed hatiye dayin.
Haydar Merîçê rojnameger hat revandin û kuştin, bi awayekê ne hiqûqî guhdarî li telefona gelek kesan hatiye kirin, ji bo vê yekê 143 polîs têne dadkirin.
Di 8ê Hezîrana 2016ê de piştî êrîşeka bi bombeyan li Midûrîya Emniyetê ya Midyadê hatî kirin ji 10ê zêdetir rojnameger ji bo nûçeyê çêbikin çûne cihê bûyerê, hêzên çekdar ên fermî êrîşî wan kiriye, 22 meh in ev bûyer bêceza ye. Dadgeha Levkoşayê ya Qibrisê piştî êrîş li rojnameya Afrikayê hatî kirin di mehekê de 6 kes mehkûm kirine.
TCK TMK
Di Kanûna Paşiyê-Sibat-Adara 2018ê de 20 rojnameger û nûnerên medyayê bi sûcê “beşdariya derbeyê” dihatin dadkirin, ji bo wan 20 caran mûebet tê xwestin.
Herweha 12 rojnameger bi sûcên “sîxurî” û “belavkirina agahiyên nehênî yên dewletê” têne dadkirin, 509 sal cezayê girtinê ji bo wan tê xwestin.
Di wan sê mehan de 49 rojnameger bi sûcên “propagandaya ji bo rêxistinê” û “belavkirina daxuyaniyên rêxistinê” têne dadkirin ji bo wan 279 sal cezayê girtinê tê xwestin. Ji wan rojnamehgeran 6 rojnamegeran ceza xwariye ji bo wan 12 sal û 9 meh cezayê girtinê hat dayin. Rojnamegerekî/ê beraet kir. Çar dozên nû hatine vekirin.
Di vê dewrê de, 143 rojnameger bi sûcên “birêvebiriya rêxistinê”, “endambûna rêxistinê”, “digel endamnebûna rêxistinekê sûckirina li ser navê wê”, “alîkariya rêxistinê” têne dadkirin, ji bo wan 2 hezar û 159 sal cezayê girtinê tê xwestin. Ji wan rojnamegeran 25 rojnameger bi 174 sal û 6 mehan hat mehkûmkirin. Heşt rojnamegeran beraet kir. Heft doz hat nûkirin.
Deh rojnaemeger bi sûcê “pesindana sûcan û teşwîqkirina ji bo sûcan” têne dadkirin. 32 sal cezayê girtinê ji bo wan tê xwestin. Kesek bi sûcê “tehrîkkirina ji bo sûcî” pênc mehan mehkûm bû. Du rojnameger bi sûcê “îxlalkirina nehênîtîyê” hatin dadkirin ji bo wan 6 sal ceza hat xwestin. Kesek ji sûcî hat şûştin doza kesekê nû ye.
Sê rojnameger bi “tehrîkkirina kîn û dijminiyê” têne dadkirin. 13 sal û 6 meh cezayê girtinê ji bo wan tê xwestin. Kesek ji ber hekareta li Atatirkî hat dadkirin û hat beraet kir.
Ji van hemî sûcan ji bo 250 rojnamegeran, li ser hev cezayên 20 sal mûebeta giran, yek mûebet û 3 hezar û 21 sal û 6 meh cezayê girtinê hatiye xwestin. Di vî hesabê bersûc û cezayan de sûcên”heqaret” û “heqareta li serokkomarî” nîne.
Doza “heqaretê” li 38 rojnamegeran hatiye vekirin
Di navbera mehên Kanûna Paşiyê-Sibat û Adarê ya 2018ê de, bi tohmeta ku “heqaret” kirine li 30 rojnamegeran doz hatiye vekirin û ji bo rojnamegeran 76 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hatiye xwestin û hatine dadgehkirin. Yekî beraet kiriye, doza çaran berdewam kiriye. Heşt rojnameger jî bi 2 milyon û 545 hezar TL cezayê pareyan hatine dadgehkirin, doza yekî nehatiye qebûlkirin, doza derbarê şeşan de nû hatibû vekirin.
Di heman mehên sala borî de, bi heman tohmetê doz li pênc rojnamegeran hatibû vekirin û biryar hatibû girtin ku 43 hezar û 840 TL cezayê pareyan li wan bibirin.
Di tevahiya sala 2017ê de sal û 5 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li rojnamegerekî, 43 hezar û 840 TL cezayê pareyan jî li pênc rojnamegeran hatibû birîn. Rojnamegerekî beraet kiribû.
“Heqareta” li Serokomarî
Di sê mehên dawiyê de, bi tohmeta “heqareta li Serokomarî” û di çarçoveya Xala 299ê ya TCKyê 16 sal û 7 meh û 22 roj cezayê girtigehê (3 sal û 2 meh û 22 roj ceza hatiye bipaşxistin) û 21 hezar TL cezayê pareyan dane heşt rojnamegeran. Çar rojnamegeran di encama dadgehkirinê de beraet kirine.
Her weha 10 rojnameger ji ber nivîs û dîtinên xwe û rexneyan bi heman hincetê tên dadgehkirin û ji bo wan 46 sal û 6 meh û 6 roj cezayê girtîgehê tê xwestin. Li 3 rojnamegeran nû doz hatine vekirin.
Derbarê rojnameger Ahmet Şik, Fatîh Polat Berpirsê Weşanê yê rojnameya Evrenselê û Alîcan Ûlûdag nûçegîhanê rojnameya Cûmhûriyetê de lêpirsîn berdewam dike. Li gorî vê encamê, tenê di sê mehan de 28 rojnameger bûne mexdûr û gumanbarên Erdoganî.
Di heman mehên sala borî de, di çarçoveya Xala 200ê ya TCKyê de 8 sal û 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê û 20 hezar û 500 TL cezayê pareyan li 10 kesan hatibû birîn ku 2 ji wan rojnameger bûn. Ceza hatine bipaşxistin. Sê jê rojnameger li pênc esan dozên nû di çarçoveya Xala 299ê ya TCKyê hatibû vekirin, sê rojnamegeran beraet kiribû. Doza derbarê yekî de ji ber dem di ser de derbas bûye, bê encam maye. Doza çar kesan berdewam dikir. 24 rojnameger ji ber Xala 299ê ya TCKyê rastî lêpirsînê hatine û doz li wan hatiye vekirin.
Di tevahiya sala 2017ê de ji ber xala 299ê, 8 sal û 4 meh û 10 roj cezayê girtîgehê (4 sal 10 meh û 10 rojên wê hatibû bipaşxistin) û 136 hezar û 500 TL cezayê pareyan li 17 rojnameger û nivîskaran hatibû birîn. 4 rojnamegeran beraet kiribûn, dozek ji ber dem li ser derbas bûye, bê encam maye. Di dawiya salê de li 6 rojnamegerên din doz hatibû vekirin.
Xala 299ê ya TCKyê, piştî ku Erdogan Tebaxa sala 2014ê weke Serokomar hate hilbijartin, li hemberî rexne û tohmetên li hemberî Erdoganî hatiye pêkanîn û ji vê dîrokê heta 1ê Nîsana 2018ê herî hindik bûye sedema cezakirina 42 rojnamegeran.
Sansur, astengkirin
Di mehên Kanûna Paşiyê-Sibat û Adara 2018ê de 9 malperên înternetê, 73 nûçeyên înternetê, pênc rojname, sê nivîsên rojnameyê, televizyonek, rêzefilmekî televizyonê, nameyek û raporek hatiye sansurkirin. 35 malperên înternetê rastî sansurê hatine ku bersiva fermî ya Serokê Parlamentoyê Îsmaîl Kahramanî ya derbarê istismara zarokan de, bi gotina “Parlamento istismara li hemberî zarokan parastiye” şîrove kirine.
Di heman mehên sala borî de, herî hindik sê weşan hatibû qedexekirin an jî rastî qedexeya demkî hatibû, sê rojname, pirtûkek, filmek an hatibûn qedexekirin an jî hatibûn astengkirin, cidakariyek akreditasyonê, kartek çapemeniyê û pasaportek hatibû betalkirin, nûnerekî medyaya navnetewî hatibû dersînorkirin.
Her weha li Bolûyê salon nedabûn rojnameger İsmail Saymazî ku wê behsa karkerên di dema kar de mirine bikira. Haberturk TVyê, Yûsûf Halaçoglû parlamenterê MHPyê vexwendibû bernameyê, lê ji ber ku di Referandûma 16ê Nîsanê de dengê “NA” bi kar anîbû, ve vexwendname bi paş de kişandibû. Rojnameya Hurriyetê roportaja nivîskar Orhan Pamûkî çap nekiribû ku wî jî dengê “NA” bi kar anîbû.
Sala 2017ê, bi pekanînên sansur û cezayên derbas bûbû ku ji ber Rewşa Awarte û Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) yên piştî hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016ê hatine ragihandin û nîqaşkirina wan dihat astengkirin. Di vê salê de, ji bo 6 caran biryara qedexeyê daimî yan jî ya demkî hatibû dayin, sê bûyerên cidaxwaziya akredîtasyonê çêbûbûn, 47 pasaport û kartek çapemeniyê hatibûn betalkirin û di encama KHKyê de 3 saziyên medyayê hatibûn girtin. Dîsa 10 malperên înternetê, 6 rojname, 97 nûçe û nivîsên malperan, 8 pirtûk, 6 kovar, 3 mesajên Twitterê û 8 karîkatur rastî sansurkirinê hatibûn. Herweha 9 bûyerên din ên sansurê çêbûbûn.
Dadgeha Destûrê
De mehên Kanûna Paşiyê-Sibat û Adarê de, Dadgeha Destûra Bingehîn di encama serlêdana 3 rojnameger, rojnameyek û parêzerekî de bi hinceta ku azadiya xweîfadekirinê bi rengekî dijhiqûqî hatiye binpêkirin, mesrefên dadgehê jî tê de biryara 58 hezar û 663 TL cezayê tezmînatê derxist.
Dadgehê mafê rojnamegerên di 11ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de li wan vegeran ku piştî hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmehê bi awayekî dijhiqûqî hatibûn girtin, daxwazên wan ên serbestiyê ji hêla dadwer û dadgehên herêmî ve bi sîstematîk dihatin retkirin.
Dadgeha Destûrê biryar girt ku mafên Şahîn Alpay nivîskarê berê yê rojnameya Zamanê, rojnameger û nivîskar Mehmet Altan û Berpirsê Weşanê yê Pêveka Pirtûkê yê rojnameya Cûmhûriyetê Tûrhan Gunayî tên binpêkirin. Lê belê Dadgehên Cezayên Giran, li hemberî wan biryaran derketine ku derbarê Alpay û Altanî de hatine dayin. Li ser vê rewşê ew rexne hatin ziman ku “Dadgeha Destûrê di wateya serîlêdana xexsî de, ne rêyeke bibandor a dadweriyê. “
Dadgehê 11ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê biryareke din ji bo Alpayî derxist û ew dikarîbû 16ê Adarê tehliye bibe.
DMME
Di mehên Kanûna Paşiyê-Sibat û Adarê yên 2018ê de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) serîlêdanên şexsî yên pênc rojnamegeran (Şahîn Alpay, Mehmet Altan, Turkan Aydogan, Fevzî Saygili û Alî Karakaş) û ya miteşebîsekî bi encam kiriye û biryar girtiye ku Tirkiyeyê Xala 10ê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye û divê 51 hezar Euroyî weke ceza bide. Derbarê dosyaya nivîskar Abdûrrahman Dîlîpakî de biryar neda û ew ji rojeva xwe derxist.
DMMEyê ji bo dosyayên rojnamegerên girtî yên saleke li ber dadgehê ne, 20ê Adarê ya 2018ê biryar derxistin ku piştî hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmehê ya 2016ê, ji bilî mafê jiyanê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, gelek xalên wê li Tirkiyeyê nedihatin bicîkirin.
RTUK
Lijneya Bilind a Radyo Televizyonê (RTUK), di mehên Kanûna Paşiyê-Sibat û Adarê ya 2018ê de ji ber nûçe, film û programên wan, cezayê sekinandina 28 programan daye saziyên televizyonê. Dîsa 17 caran cezayên pareyan û yek jî cezayê hişyarkirinê daye saziyên televizyonê. Ji bo saziyên radyoyê jî 5 caran cezayên sekinandina bernameyan û 5 caran cezayên pareyan hatiye birîn. Lijneyê bi giştî 33 caran biryara sekinandina programan û di encamê de 3 milyar û 408 milyon û 899 TL cezayê pareyan biriye û cezayekî hişyariyê daye.
Rojnamegerên ku ji kar hatine avêtin
Di mehên Kanûna Paşiyê-Sibat û Adarê ya 2018ê de, 10 rojnameger û xebatkarekî medyayê ji kar hatine derxistin, ji ber ku bernameyên ku amade dikirin an jî pêşkêş dikirin qediyane, ji kar hatine derxistin, an jî ji ber ku saziya lê kar dikirin firotine grûpeke din, neçar hatine hiştin ku ji kar derkevin. (EO/FD/MB)