Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di doza rojnameya Cûmhûriyetê de biryar hat aşkerikirin. Dadgehê bi giştî 81 sal û 45 roj cezayê girtîgehê l 15 kesan birî, sê kesan beraet kir. Dosyeyên Can Dundar û Îlhan Tanirî ji dosyeya yên din hat cudakirin.
Di dozê de du jê girtî 20 kes dihatin dadgehkirin ku dadgehkirin ji hêla 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve bi rê ve diçû. Dadgehê di daneşîna 8em de bbiryar girt ku Akin Atalay Seroke Lijneya Îcrayê yê Cûmhûriyetê tehliye bibe, lê bikarhênerê Twitterê Ahmet Kemal Aydogdû girtî ma.
Cezayên ku hatine birîn
* Akin Atalay Serokê Lijneya Îcrayê yê Cûmhûriyetê di mijara tohmeta ku “erka xwe ji bo tiştên xirab bikar aniye” de beraet kir, lê ji ber sûcê “alîkariya bi rêxistinê re” 7 sal, 3 roj û 15 roj cezayê girtîgehê stand û hat tehliyekirin.
* Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Orhan Erînçî, ji ber sûcê “alîkariya bi rêxistinê re” 7 sal û 6 meh li Mûrat Sabûncû, 2 sal û 6 meh li Kadrî Gursel, 3 sal û 9 meh li Guray Oz, 3 sal û 9 meh li Mûsa Kart, 7 sal û 6 meh li Aydin Engîn, 6 sal û 3 meh li Hîkmet Çetînkaya, 7 sal û 6 meh li Ahmet Şik, 3 sar û 9 meh ji bo Kemal Gungor, Hakan Kara û Onder Çelîkî birî. Dîsa Ahmet Kemal Aydogdû 10 sal û Emre Îperî 3 sal û 15 roj ceza stand. Bulent Ûtkû ji ber sûcê ku “erka xwe ji bo tiştên xirab bikar aniye” beraet kir, lê ji ber sûcê “alîkariya bi rêxistinê û propagandayê” 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
* Ji bo Tûrhan Guney, Bulent Yener û Gunselî Ozaltayî biryara beraetê hat dayin.
* Ji bo hemû gumanbarên ku li derve ne û ceza girtine biryara kontrola edlî hat standin.
Biryarên dadgehê bi yekdengî derketin lê tenê ji bo Kadrî Gurselî bi pirdengî biryar hatiye standin. Dosyayên Can Dundar û Îlhan Tanirî ji yên din hatin veqetandin.