Mîr Mîqdad Mîthed Bedirxanî di 22yê Nîsana 1898ê de li Qahîreya Misrê yekem jimara yekem rojnameya kurdî ya bi navê Kurdistanê çap kiriye. Duhî di salvegera 120ê ya yekem rojnameya kurdî de, weşanxaneya JJyê îlan kir ku wê hemî jimarên rojnameya Kurdistanê wek kitêbekê weşandiye.
Rojnameger, Dêrsim Oremar jî duhî yekem nivîsa yekem rojanameya kurdî li ser hesabê xwe yê Facebookê weşand.
Dêrsîm Oremarî diyar kiriye ku wî nivîs ji tîpên aramî wek-xwe veguhestiye tîpên kurmancî.
Roja çapkirina yekem jimara yekem rojnameya kurdî wek “Roja Rojnamegeriya Kurdî” tê pîrozkirin.
bianet Kurdî, Roja Rojnamegeriya Kurdî li hemî hevkar, hevpîşe û xemxwerên zimanê kurdî pîroz dike.
Yekem nivîsa sernivîserê rojnameya Kurdistanê, Mîqdad Mîthed Bedirxanî li jêr e:
Sed hezar şukir û hemd ji xwedê tealî re em misilman xelq kirin. Û zanîna îlm û meirifetê re hiş û zika da me. Derheqa elimandina ilim û meirîfetêre gelek ayetên celîle û ehadîsê şerîfe henin, dinyayê de çiqas misilman hebin, gund û bajarên hemiya de mekteb û medrese û cerîde henin. Dinyayê de çi dibe, çi nabe cerîde dinivîsin. Heyfa min têt ji kurda re, kurd ji gelek qewma zêdetir xweyî hiş û zika ne, camêrin, dînên xwe de rast û qewîne, xortin û dîsa, weke qewmên dî nexwendane, ne dewlemend in. Dinyayê de çi dibe cîranê wan musquf çaveye, wî çi bike nizanin. Loma rêya xudê de min ew cerîde ya ha nivîsî bi izna xwedê teala paş niho her pazde roja de carekê ezê cerîdekê binivîsim.
Navê wê min kiriye (Kurdistan) wê cerîdeyê de ezê behsa qenciya ilim û meirîfeta bikem. Li kuderê mirov dielime, li kuderê medrese û mektebên qenc hene ezê nîşa Kurda bikem, li kuderê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, ticaret çawa dibe, ezê hemiya hikat bikim. Heta niho kesê cerîdekî holê ne nivîsiye. Ev cerîdeya min a ewiliye loma wê gelek kêmayî hebîtin. Hemî tişt wekî nû çêdibin kêm in, paşî hinekî diçe dikeve rê de, ewe êdî ezê dest meqsedê bikim. (We minellahê tufîq).
Hezretê pêxember eliyhel selewat û elselam gotiye: (El ulemaê weresetel enbiya), anko ulema warisên enbiyane ji terefê xwedê de meimûrin weiz û nisîhetê biden xelkê, riya qenc nîşa wan biken, loma gelî ulmayên kurda, çawa ewin weiz û nesîheta nimêjê didin, welê divê ewên mîr û axa û kaurmancin dinasin wan teşwîqa zanîna ilim û meirifetê biken. Riya qenc nîşa wan biken, heke evên wê neken gunehê hemiya stuyê we ye.
Dîsa hezretê pêxember eleyh elselam gotiye: '' El ilim ilman ilim elebdan we ilim el edyan'' anku, ilim du du ne, yek jî bidnaye, yek jî ilim, dîn û îmanêye, ilim bedena hekîmiyê ye. Gelî mîr û axanao heya niho kî ji we guh daye wî emrê pêxember? Kî ji we zaroyên xwe, birayên xwe, mirovên xwe rê kirine dane xwendin? Kî ji we gundê xwe da, bajêrê xwe da mekteb, medresek daye çêkirin? Gelî elmano ûn çire wan hedîsa ji mîr û axa re naxûnin? ûn çira cerîdeyên Erebî naxwînin, da ûn bizanin dinyayê de çi dibe.
Dîsa hezretê pêxember eleyhe el selam gotiye: ''Elkasib hebîb ellah'' anku mirovê kesb û karê bike xudê teala hej wan dike. Ew mirovê nexwenda be nizane cerîdeya bixwîne, ew mirovê cerîdeya nexûne nizane li kuderê ticaret qenc dibe. Cerîdeyên niho tên nivîsandin behsa hemî tişta diken , mirovên wan bixûntin wê bizanibe malê destê wî de li ku derê pera dike.
Wan salên ha de İstanbolê mektebek hatiye çêkirin, navê wê mektebê mekteba Eşîraye, xeyirî zaroyên eşîra zaroyên kesê qebûl naken, ji Bexda û Şamê, ji Yemenê, Şimir û Enzê hemî zaroyên xwe rêdikin İstanbolê wê mekteba eşîra de dixwînin. Her sal du heyva diçin malên xwe, paşî dîsa tên şeş, heft sala de alimên qenc ji wan derdikevin. Paşî dên diçin gund û bajêrên xwe dewlet her heyva pere dide wan, dibin meimûr, hêdî hêdî dibin muteserif, dibin walî. Gelî mîr û axano gunehê zaroyên we stûyê we be, ûn jî zaroyên xwe rêkin bidin xwendin, dewlemendên we bila gunda de mekteba çêkin, riya xwedê de xêra bikin.
Dîsa hezretê nebî eleyhe elselam gotiye: '' Elherb xidet'' gelî mîr û axa û kurmancino, dinya zane kurd camêrin li wî zemanê ha de şer bi camêriyê tinê nabitin, top û tifengên we ecêb derketine, hevqa dûr diçin, cîhê mirov dengê wan nebihîsit gule di berikên wan diçin mirova dikujin.
Ji tîpên Aramî: Dêrsim Oremar
Têbînî: Min babet weke xwe û bê dest têverdan veguhestiye!
(MB)