Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezareta Navxweyî aşkere kir ku di hefteya derbasbûyî de ji ber parvekirinan, 710 hesabên medyaya civakî kontrol kirine û lêpirsîn li ser 208 hesaban kirine.
Wezaretê li ser malpera xwe ya fermî derbarê operasyonên li ser bikarhênerên medyaya civakî yên di navbera 16 û 23yê Nîsanê de ev agahî belav kirine:
“Lêkolîna 710 hesabên ku propagandaya rêxistina terorê kirine, pesnê van rêxistinan dane, têkiliya xwe ya bi rêxistinên terorê de bi rengekî aşkere diyar kirine, dijminatiyê, kîn û nefretê di nava gel de belav kirine, heqaret li mezinên dewletê kirine, hewla êrîşê li ser hevgirtina parçenebûna dewletê û ewlehiya civakî kirine û gotinên nefretê bi kar anîne hatiye kiren û ji bo 208 hesaban lêpirsîn daye destpêkirin.”
Wezareta Navxweyî 26ê Sibatê aşkere kiribû ku ji ber operasyona li ser Efrînê rexne kirine û beşdarî çalakiyên protestoyî bûne 845 kes hatine desteserkirin. (AS/FD)