Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê heşt kesan şîroveyên xwe li ser medyaya civakî nivîsîne, polîsan bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistinê” û “heqareta li serokkomaran” ew desteser kirine.
Polîsan bi ser mala bikarhênerên medyaya civakî de girtine û diyar kirine bi sûcê “pesindana PKKyê(Partiya Karkerên Kurdistanê)” wan ew desteser kirine.
Bixwîne - Li 7 bajaran 117 bikarhênerên medyaya civakî hatin desteserkirin
Wezareta Karên Navxweyî eşkere kir ku di hefteya paşiyê de ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî ji bo 154 kesan pêvajoya lêpirsîna qanûnî hatiye dest pê kirin.
Bixwîne - Di hefteyekê de lêpirsîn li ser 154 bikarhênerên medyaya civakî hatiye kirin
Herweha wezaretê di 26ê Sibatê de eşkere kiribû ku ji ber ku 845 kesan operasyona li ser Efrînê rexne kirine ew hatine desteserkirin. (AS/MB)
Wêne: Ceyhun Özer – Edene / DHA