Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî ku Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) operasyon li Efrînê kir bi sed hezaran welatiyan koç kirin. Welatiyên ji bo demekê kurt li Til Rifatê bi cih bûyîn di rewşeka xerab de ne.
Afşîn Îsmailî wêneyên koçberên çûyîn Til Rifatê girtine. Wî diyar kir ku ji bo 100 hezar koçberan metirsîya birçîtayê û nexweşiyê zêde ye.
Saziya nûçeyan li ser rewşa sivîlan nûçeyan çêdike ya bi navê IRINê wêneyên Afşînî belav kirine.
Welatiyên ji bo alîkariyê kom bûyîn

Welatî ji bo alîkariyê li dora karmendê Heyva Sor a Ereban kom bûne
“Me ji bo zarokên xwe koç kir”

Di nav koçberan de gelek zarok hene. Koçberekê çar zarokên wî heyîn ê bi navê Raşît Ararad go: "Me ji bo zarokan bar kir."
Koçber li mizyeftan bi cih bûne

Koçber li dibistanan dimînin

Jiyana nêzîkî teqemeniyan

Kulîlkên biharê teqemaniyan diveşêrin

Ava ne paqij, bê kelandin jî divê neyê vexwarin

Derman nînin mirin nêzîktir dibe

(ŞA/MB)