Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Xebatkarê berê yê Cambridge Analyticayê, Christopher Wylieyî eşkere kiribû ku wê şirketê agahiyên 60 milyon kesan berhev kirine, Facebookê jî eşkere kir ku agahiyên 87 milyon kesan hatine berhevkirin.
Christopher Wylieyî ji rojnameya Guardianê re eşkere kiribû ku Cambridge Analyticayê di sala 2014ê de ji bo berhevkirina agahiyan sîstemek çêkiriye.
Lêborîna Zuckerbergî
Avakerê Facebookê Mark Zuckerbergî lêborîn xwest, wî eşkere kir ku ew ê ji bo parastina agahiyan û ewlehiya hesaban bixebitin.
Zuckerberg dê hefteya bê li Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê îfadeyê bide.
Tinder jî...
Tînderê jî lêborîn xwest ku agahiyên bikarhênerên Tinderê jî hatine standin. Agahiyên wan kesên bi rêya hesabê xwe yê Facebookê Tinder vekirîn hatine standin û berhevkirin.
Çi bûbû?
Xebatkarê berê yê Cambridge Analyticayê, Christopher Wylieyî bersiva pirsên meclîsa Kralîyeta Yekbûyî da.
Christopher Wylieyî eşkere kir di hilbijartina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ku Donald Trump bû serokê dewletê ji 50 milyon hesaban agahî hatine berhevkirin. Wî diyar kir Facebook dikare axiftinên xelkê yên li mal û ofîsa wan berhev bike analîz bike û wek sîxutran kar bike.(MB)