Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezareta Karên Navxweyî eşkere kir ku bi sûcên wek “heqareta li mezinên dewletê” lêpirsîn li ser hesabên medyaya civakî hatine kirin.
Wezaretê lêkolîn li ser 783 hesabên medyaya civakî kiriye û lêpirsînname ji bo 259 bikarhênerên medyaya civakî amade kiriye.
“Rêjeya bikaranîna Facebook û Twitterê kêm dibe”
Rêxistina Çavdêriya Li Mafan(HRW) eşkere kir ku belavkirina peyamên aştîxwaz jî wek sûc tê qebûlkirin ji ber vê yekê bikarhênerên medyaya civakî xwe sansûr dikin.
Bixwîne - Di hefteyekê de lêkolîna 635 hesabên medyaya civakî hatiye kirin
“Li gor lêkolîna Enstîtûya Xebatên Rojnamegeriyê ya Reutersî ya 2017ê (Reuters Institute for the Study of Journalism) li Tirkiyeyê rêjeya bikaranîna Twitter û Facebookê kêm dibe. Ev yek ji ber wê yekê ye ku bikarhênerên [medyaya civakî] ji hikûmetê ditirsin.”
(AS/MB)