Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan(RTUK) dê weşanên li ser înternetê jî kontrol bike, herweha dê destûra weşanê bida an jî asteng bike.
RTUK hem dikare destûra weşanê ya bername û organên medyayê betal bike, hem jî dê bikare midaxeleyê li naveroka weşanên li ser înternetê bike; dê bikare beşeka weşaneka li înternetê bide guhertin an astengkirin.
Bixwîne - RTUKê çêkirina “Nûçeyên Bilez” qedexe kir
Li gor qanûna nû da ku organên medyayê weşana xwe bidomînin divê destûra weşanê ji RTUKê bistînin.
Di şeş mehan de RTUK û BTIK(Saziya Teknolojiyên Zanistî yên Ragihandinê) dê rêziknameya ji bo weşanê diyar bike.
Qedexeya weşanê, medyaya civakî
(Ji Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê ya 2017ê)
Sala 2017yê ji ber Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) û Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbayê ya 15yê Tîrmehê ya 2016yê gelek biryarên sansurê yên ku jêpirsîna wan nayên kirin hatine standin. Sala 2017yê 6 biryarên qedexeya demkî yan jî daimî hat standin, 3 cara cudakariya akredîtasyonê çêbû, 47 pasaport û karteke çapemeniyê hatin betalkirin û di encama KHKyê de 3 saziyên medyayê hatin girtin. Di vê demê de li hemberî 10 malper, 6 rojname, 97 malperên nûçeyan û nivîs, 8 pirtûk, 6 kovar, 3 mesajên Twitterê û 8 karîkatur rastî sansurê hatin. Her wiha 9 bûyerên din ên sansurê çêbû.
Sala 2016yê 778 kartên çapemeniyê hatibûn betalkirin, dest danîbûn ser mal û milkên 54 rojnamegeran, yên demkî jî di nav de bi giştî 29 weşan hatibûn qedexekirin. Di encama ragihandina KHKyê de 179 dezgeyên medya û weşanê hatibûn girtin; pasaportên 46 rojnamegeran hatibûn betalkirin; 3 bûyerên cudakariya akredîtasyonê çêbûbû. Her wiha 300 hesabên Twitterê, 33 hesabên Youtûbe, 79 lînkên İnstagramê, 323 nûçe û 76 malper rastî sansurê hatibûn.(ŞA/MB)