Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Polîsan, li Stenbolê, siet 11ê bi ser nivîsîngeha Ozanê ya li Sultangaziyê de girt û kesek desteser kir. Weşanxaneya Ozanê ew weşanxane ye ku Kovara Yuruyuşê diweşîne.
Bûroya Hiqêqê ya Gelî(Halkın Hukuk Bürosu) agahî piştrast kir ku kesek hatiye desteserkirin. Ajansên nûçeyan diyar kirin ku kesek bi navê T.O. hatiye desteserkirin.
Polîsan dest daniye ser kompîterên nivîsîngeha weşanxaneyê. Rojnameyan eşkere kirin ku operasyon li dijî DHKP-Cyê(Çepera Partiya Şoreşger a Xelasiya Civakê) hatiye kirin.(AS/MB)
Wêne: Alper Korkmaz – Stenbol /DHA