Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rêveberên rojnameya Cûmhûriyetê giliyê Yûsûf Ozan pêşkêşvanê Akit TVyê kirin ku 11yê Sibatê ya 2018yê di bernameya xwe ya bi navê “Roj dest pê dike” de gef li rojnameya Cûmhûriyetê xwaribû.
Daxwaza vekirina dozê kirin
Rêveberên Cûmhûriyetê ji bo dozê serî li Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê dan.
Li gorî nûçeya rojnameya Cûmhûriyetê, rêveberên rojnameyê 14yê Sibatê giliyê Ozanî kirine û gotine ku daxuyaniyên Ozanî dûrî rastiyê û xeyalî ne. Di daxwaznameya gilîkirinê de rêveberên Cûmhûriyetê cî dane gotinên Ozanî.
Di heman daxwaznameyê de hatiye destnîşankirin ku Ozanî ji bo rojnameyê û xebatkarên wê gotiye “bêkok, bênamûs, bêşeref, bêrûmet, siyonistê krîpto, li serê welêt bûne bela, xayîn û bêdîn” û ev ne di çarçoveya aşkerekirina ramanê de ne. Herweha gotine ku bêyî ku nîqaş li ser bê kirin ev heqaret in.
Çi bûbû?
Yûsûf Ozan pêşkêşvanê Akit TVyê di bernameya xwe de manşetên rojnameyan dixwend û dema dor hat ser rojnameya Cûmhûriyetê ku bi sernavê “Li Efrînê 11 şehît hene” hatibû weşandin, gotibû ku “Gemarno”. Dîsa gotinên antîsemît bi kar anîbû.
Ozanî gotinên heqaretê bi lêv kiribû û gotibû, “Di şer de qetilkirina yên weke we serbest e”. (EA/FD)