Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezareta Dadê nêrîna xwe ya derbarê serlêdana nivîskar û rêveberên Rojnameya Cûmhûriyetê de şand ji Dadgeha Destûra Bingehîn re ku di doza Rojnameya Cûmhûriyetê de tên dadgehkirin.
Li gorî nûçeya rojnameya Cûmhûriyetê, Wezaretê ji bilî serlêdana Tûrhan Gunayî 9 serlêdanên din di yek dosyayê de kom kiriye. Bersiva derbarê serlêdana Ahmet Şikî de ne li gel serlêdanên din lê cuda şandiye.
Bersiva ku ji DMMEyê re şandine dubare kirine
Di her dû nêrînên Wezaretê de jî ew bersiv hatine dubarekirin ku li ser serlêdana Turhan Gunayî Gulana 2017yê ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandiye û hatiye gotin ku, “Ne ji ber karên rojnamegeriyê girtî ne”.
Daxwaznameya Wezaretê ji hêla Mûsa Heybet Alîkarê Şêwirmendê Wezîrê Dadê ve hatiye îmzekirin ku Heybet Serokê Komeleya Yekgirtinê ya li Dadê bû û sala 2014yê di hilbijartina Lijneya Bilind a Dadwer û Dozgeran de ser AKPyê bi rengekî vekirî piştgirî dida yê.
Wezaretê di bersiva xwe de îdia kiriye ku di weşanên bûne mijara sûcdariyê de “bangewaziya derbarê hewldana derbeyê ya 15yê Tîrmehê hebûye” û ev “teşwîqkirina tundkariyê û zorê di wan de hebûye”. Ji bo nivîsa Kadrî Gurselî îdiaya ku “mesajên sublîmînal” tê de hebûne dubare kiriye û nivîsa Aydin Engînî ya ku bi sernavê “Li cîhanê aştî, baş e li welêt çi?” di vê çarçoveyê de weke sûc nirxandiye. Wezaretê îdia kiriye ku piştî 15yê Tîrmehê wê ev sernav baştir bê famkirin ku “teşwîqkirina tundkarî û zorê ye.”
Ji bo Şikî nêrîneke cuda hatiye şandin
Di nêrînê de parvekirinên Twitterê, nûçe û roportajên Ahmet Şikî hatine rêzkirin û hatiye gotin ku, “Nabe ku ev cura nivîs û parvekirin bi azadiya çapemeniyê û xweîfadekirinê were îfadekirin.”
Wezaretê her wiha diyar kiriye ku gelekî vekiriye ku kesên serî lê dane li ser navê “FETO/PDY” û “PKK/KCK”yê xebat kirine.
Dadgeha Destûrê wê serlêdanan roja pêncşemê (11yê Kanûna Paşiyê) binirxîne. (EA/FD)