Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rojnameger Metîn Goktepe ku 22 beriya niha di dema şopandina nûçeyê de hatibû desteserkirin û hatibû kuştin, li ser gora xwe hat yadkirin.
Bernameya yadkirinê li ser gora Goktepeyî bi rê ve çû ku li Goristana Kemerê ya li navçeya Esenler a Stenbolê ye. Levent Tuzel endamê Lijneya Birêveberiyê ya Navendî ya Partiya Kedê, Dayikên Şemiyê, xebatkarên rojnameya Evrenselê, Bariş Yarkadaş û Sezgîn Tanrikûlû Parlamenterên Partiya Gel a Komarî (CHP), rojnameger Ertûgrûl Mavîoglû, Farûk Eren Serokê Sendîkaya Basin-İşê ya DİSKê, Battal Kiliç Serokê Odeya Endezyarên Makîneyan, Gulseren Yolerî Seroka Şaxê Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD), Fadîme Goktepe dayika Metîn Goktepe, Meryem Goktepe xwişke Metîn Goktepe, Vûral Nasûhbeyoglû ji Sendîkaya rojnamgerên Tirkiyeyê, parêzer Efkan Bolaç û Kemal Aytaç beşdarî li bernameyê kirin.
Fadîme Goktepe. Ez dewleteke qenc dixwazim
Piştî axavtina Fatîh Polat Berpirsê Weşanê yê Rojnameya Evrenselê û Bariş Yarkadaş parlamenterê CHPyê, Fadîme Goktepe dayika Metîn Goktepeyî axivî.
Fadîme Goktepe spasiyên xwe ji bo wan kesên ku bi salane ew bi tenê nehiştine pêşkêş kir:
“Dema ku hûn tên ez gelekê kêfxweş dibim. Ez aştî û edaletê dixwazim. Bila dayik negirîn, zarok xemgîn nebin, bila nekevin girtîgehan, li grevan nemirin. Ez dewleteke qenc dixwazim. Her yek ji Metînek e, her bijîn.”
Kuştina Metîn Goktepe û doza wî
Metîn Goktepe 8ê Kanûna Paşiyê ya 1996ê ji bo şopandina cenazeyê wan girtiyan çû Alîbeykoyê ku li Girtîgeha Umraniyê hatibûn kuştin.
Lê ji ber ku karta wî ya çapemeniyê tune bû destûra ketina navçeyê nedan wî. Tevlî bi sedan kesan hat desteserkirin û ew birin Salona Sporê ya Girtî ya Eyubê. Li vir rastî tundkariya polîsan hat û hat kuştin.
Hat îdiakirin ku Metîn Goktepe ji ser dîwerî ketiye.
Doz ji Stenbolê rakirin Aydinê û bi hinceta “ewlekariyê” jî birin Afyonê.
Piştî ku dozê destpêkir bi sedan rojnameger, nûnerên rêxistinên pîşeyan, endamên Partiya Kedê (EMEP) û mafparêz bi otobusan ji Stenbolê çûn Aydinê û piştî ku doz çû Afyonê berê xwe dan wir û Doza Goktepeyî şopandin ku qasî 30 civînan berdewam kir.
Doz 28ê Îlonê ya 2000ê bi encam bû ku ji ber sûcên “bi awayekî berbiçav kuştina mirovan” û “bi rengê ku failê wê ne diyar kuştina mirovan” her polîsek rastî 7 sal û 6 meh cezayên girtinê hatin. Polîsek piştî ku Dadgeha Bilind biryar xerabkir 20 meh cezayê girtîgehê stand û 5 meh cezayê jidûrxistina erka xwe dane wî.
Yaseya Tehliyeya Bişert û Paşxistina Cezayan a di 19yê Kanûna Pêşiyê ya 2000î de derket hişt ku polîs beriya cezayê xwe biqedînin tehliye bibin. (TP/FD)