Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Weke Weqfa Ragihandinê ya IPS, me nekarîbû di 18yê Çiriya Paşiyê de atolyeya “Nûçegîhaniya zayenda civakî” li Mêrdînê çêbikin ku Kaos GLyê piştgiriya projeyê dike.
Di dema ku me amadekirayên atolyeyê dikir, 9ê Çiriya Paşiyê di saet 18.47ê de me di malpera Mardin Life de nûçeyek bi sernavê “Ew ‘bernameya hevzayindiyê’ ya bûbû sedema berteka gel careke din di rojevê de ye” xwend ku çavkaniya nûçeyê ajansa İLKHAyê bû. Nûçeya Ajansa Nûçeyan a İLKHAyê ya bi heman sernavî di 17.59 deqîqeyan de hatibû weşandin. Di nûçeyê de tê bibîrxistin ku sê sal berê ‘berteka gel’ nehiştiye panelek çêbibe û ev pirs dihat pirsîn ku çima bi israr li Mêrdînê “bernameye tê çêkirin ku hevzayindî tê de mijara sereke ye?”.
Nûçeyên derbarê LGBTIyan de
Hejmara nûçeyên ku Navenda Şopandina Medyayê (Medya Takip Merkezi) bi gotina “LGBTI” lêgerîn kiriye wiha ne: Di çapemeniya nivîskî de di navbera 1 û 9ê Çiriya Paşiyê de 13, di navbera 10 û 19yê Çiriya Paşiyê de 54 nûçe; di medyaya elektronîk de di navbera 1 û 9ê Çiriya Paşiyê de 97, di navbera 10 û 19yê Çiriya Paşiyê de 233 nûçe hatine çêkirin. Nûçeyên di dema yekem de hatine belavkirin derbarê îdiayên destdirêjiyên zayendî yên li Hollwoodê û daxwaz û binpêkirinên mafên LGBTIyan de bûn. Hejmara nûçeyên di navbera 10 û 19yê mehê de zêdetir dibûn û naverok jî cuda dibû.
Deng
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan 9ê Çiriya Paşiyê ya 2017yê bi muxtaran re axivîbû û wiha gotibû:
“Partiyeke ku navê partiya muxalefeta esasî lê ye, ji miletê me ewqas dûr ketiye ku niha di hilbijartina ji bo Komîteyên Taxan ên Şaredariyên CHPyê de ji 5an 1 kotaya hevzayindiyê daniye. Xwedê mirovan şaş neke.”
Walîtiyê biryara du qedexeyan da
Walîtiya Enqereyê di 16yê Çiriya Paşiyê de li ser êrîşên nefretê yên bi hashtagên #LGBTFilmGünleriİptalEdilsin (Bila Rojên Filman ên LGBTIyê bên betalkirin) û #İstiklalimizeKaraLeke (Lekeya reş li ser serxwebûna me) biryar girt ku Rojên Filman ên LGBTI yên Almanan qedexe bike. Di daxuyaniya Walîtiyê de dihat gotun ku bi parvekerinên xwe yên li ser medyaya civakî re “gel bertek nîşan daye”, yanê 295 tweetên ku hatibûn avêtin têrî biryara qedexeyê kiribû.
Walîtiya Enqereyê di 19yê Çiriya Paşiyê de “bernameyên ku ji hêla rêxistinên civaka sivîl ên LGBTIyan” bi rengekî bedem qedexe kir.
Weke bianet û Kaos GLyê me di vê demê de weke li pêvajoyê guhdarî kir. Her ku diçû asta gefan a di nûçeyan de zêdetir dibûn.
51 nûçe
Di 9-19ê Çiriya paşiyê de 51 nûçe hatin çêkirin ku hedef nîşan didan, kişş dikirin, daxwaza qedexekirinê dikirin lê berpirs/erkdaran ev yek nedîtin.
Me di 16ê Çiriya Paşiyê de biryar da ku em ê vê atolyeyê pêk nehînin. Ji ber ku êdî gotinên “heke pêwîst be kuştin jî...” dihatin gotin.
Me ji walîtiyê re bi nivîsekê diyar kir ku em ê atolyeyê pêk neînin û me daxwaza cihekê ewle kir.
Ji bo wan kesên kampanya li dijî me çêkirin sernivîseka amade hebû: Bi paş de gav avêtin!
Atolyeya Mêrdînê
Atolyeya Mêrdînê dê bibûya atolyeya 11. ku me bi hevkariya KAOS GLyê pêk dihîna. Me 10 atolye li Stenbol, Mêrsîn, Bûrsa, Izmîr, Eşkîşehir, Trabzon, Amed, Akyaka/Mugla, Edirne û Mêrsînê pêk anibû.
Bêdengî
Rewşek ciddî ye ku me nekarî em atolyeyê li Mêrdînê pêk bînin. Bi KAOS GLyê destpêkirina kampanyayê hê jî ciddîtir e. Walîtîya Enqereyê hemî karên LGBTIyê û Rojên Fîlmên LGBTyê yên Almanyayê qedexe kir ev yek hê jî ciddîtir e.
Pêkneanîna atolyeyê bala rêxistinên rojnamegeriyê nekêşa, neket rojeva wan. Qedexekirina çalakiyên LGBTIyê qey bi tenê mijareka bi LGBTIyê re têkildar bû?
Derbarê projeyê de
''Projeya Kitêboka Nûçegihaniya Zayenda Civakî û Kitêbxaneya Onlîne'' bi piştgiriya Wasiteya Yekîtîya Ewropayê ya ji bo Mafên Mirovan û Demokrasîyê(DIHAA) tê bi rê ve birin.
Proje dê du salan bê domandin. Armanca projeyê minaqeşekirina li ser nûçeyên mafên Zayend binpê dikin e. Sala pêşiyê de li heşt navendên Tirkiyeyê wê atolyeyên nûçeyan çêbibin û ew ê nûnerên platform û rêxistinên di warê mafên jinan û LGBTIiyan, rojnameger û xwendekarên fakulteyên ragihandinê beşdarî atolyeya bûne û di van atolyeyan de me bi nêrîna Zayend ya civakî rewşa medyayê nirxand û nîqaş kir. Em li ser asteng û fîzîlîbîteya nûçegîhaniya Zayend ya civakî axivîn.
Sala duyem jî wê atolyeyên herêmî û civînên maseya gilover berdewam bike. Di van bernameyan de wê di encama lêgerîna nûçeyên rojname û televizyonan de raporek bê amadekirin. Bi alîkariya vê raporê û nîqaşên atolyeyan wê Kitêboka Nûçegihaniya Zayenda Civakî û Kitêbxaneya Onlîne derkevin holê. Di dawiya projeyê de wê Konferansa Nûçegîhaniya Zayend ya Civakî li dar bikeve.(NM/MB/FD)