Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo serlêdana Hulya Tarmanê îro biryara xwe aşkere kir ku Tarmanê li hemberî nûçeyên derbarê xwe de doz vekiribû. Di nûçeyan de Tarman weke “xwekuj” hatibû nîşandan.
DMMEyê biryar girt ku li gorî Xala 8emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) “mafê rêzgirtinê ya li jiyana” taybet a Tarmanê hatiye binpêkirin û hezar û 500 Euro tezmînata madî bidin wê.
Nivîskar, aktivîsta feminîst Hulya Tarmana 55 salî li Kolnê dijî. Derbarê wê de Hezîrana 2017yê di rojnameyên Sabah û Takvîmê de bi gotinên “xwekuja ku amadekariya êrîşê dikir hat girtin” nûçe hatibûn belav kirin.
Ew ê li ser “têgihana tundiyê” kar bikira
Hulya Tarman di navbera salên 2006 û 2007ê de ji bo bi jin û zarokan re xebata bi navê “Nêrîna ji Hundir a li Têgihana Tundiyê” bike serdana Enqereyê, Amed, Riha, Êlih û Wanê kir.
Dema ku ev xebat didomiya di 22yê Hezîrana 2007ê de rojnameyên Takvîm û Sabahê bi sernavê “Çar xwekuj ketin nava Tirkiyeyê” nûçe bi wêne, nasname û navnîşana Tarmanê belav kirin. Di nûçeyan de Tarman weke “xwekuj” hat binavkirin û hat îdiakirin ku Tarman “ji hêla PKKyê ve ji bo çalakiyê ber bi Tirkiyeyê ve hatiye şandin, yek ji wan çar bombevanên ku li kampên taybet perwerde dîtiye”.
Tarmanê bi hinceta ku “nûçeyên bêbingeh ên êrîşî mafên wê yên şexsî dikin xetereyê li ser jiyana wê çêdikin” ji bo doza tezmînatê serî li Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya Amedê da. Dadgehê serlêdana wê ya derbarê Takvîmê de ret kir. Biryar di Sibata 2010ê de ji hêla Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.
Doza tezmînatê ya derbarê rojnameya Sabahê di bi rengekî qismî hatibû qebûlkirin lê ev biryar jî bi hinceta “Ji ber berjewendiyên civakî nûçe di çarçoveya azadiya çapemeniyê de ye” ji hêla Dadgeha Bilind ve hatibû betalkirin.
Sererastkirin an jî lêborîn nehatibû weşandin
Hulya Tarmanê li hemberî van nûçeyan kampanyeya îmzeyê dabû destpêkirin. Her wiha biryarên Dadgeha Bilind “bêhiqûqî” nirxandibû û serî li DMMEyê dabû.
Tarmanê di daxwaznameya xwe de diyar kiribû ku “nûçeyên derew, ji hêla saziyên dadê ve di çarçoveya ‘azadiya çapemeniyê’ de hatine nirxandin” û bi weşandina nasname û wêneyê wê re hedef hatiye nîşandan û ew ji ber jiyana xwe di metirsiyê de ye.
DMMEyê maf da Tarmanê û biryar girt ku Tirkiye tezmînatê bide wê.
Xebata li ser “Têgihana tundiyê” kir pirtûk
Lêkolîna Hulya Tarmanê ya bi navê “Da pey min: Ji Hundir de Nêrîna li Tundiyê” hat weşandin ku li ser atmosfera şer a li Başûrê Rojhilat bû û bandora vê tundiyê ya li ser civaka sivîl dinirxand. Pirtûk li ser pêşniyara Kolektîfa Weşanê ji hêla Weşanên Kibeleyê ve hat çapkirin.
Ji bilî pirtûka bi navê “Me li Robozikê Nivîsand”, Tarmanê pirtûka bi navê “Paş de Standina Cîhanê/Min li Robozikê ji Zarokan Pirsî” jî nivîsandiye ku di encama atolye bi zarokên Robozikê de nivîsandiye. Her wiha nivîseke wê bi navê “Durûtiya Pîroz” nivîseke wê di bianetê de hatiye weşandin. (AS/FD)