Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilizî bitikîne
Dadgeha Îstinafê di sê dosyayên ku rojnameger Hasan Cemal dihat darizandin de biryar derxist.
Li gorî nûçeya malpera T24ê Dadgehê biryara beraetê ya rojnameger Hasan Cemalî betal kir ku ji ber rêzenivîsa bi navê “Rojnivîsên Vekişanê” bi 13 salan cezayê girtîgehê dihat dadgehkirin.
Dadgehê sal û 3 meh cezayê girtinê ya Cemalî erê kir ku ji ber nivîsa bi navê “Fehman Huseyîn” û bi îdiaya “propagandeya rêxistina terorê ya biçek” dihat darizandin. Cezayê Hasan Cemalî ji bo 2 salan hat bipaşxistin.
Dadgehê her wiha cezayekî din ê Cemalî erê kir ku ji ber Berpirsiyariya Weşanê ya Nobedar a rojnameya Özgür Gündemê û bi sûcdariya “propagandayê” lê hatibû birîn. Rojnameger Hasan Cemalî di vê dosyayê de 6 hezar TL cezayê pare standibû.
Çi bûbû?
Doza ku ji bo wê “biryara beraetê” hatibû dayin a Hasan Cemalî, piştî rêzenivîsa bi navê “Rojnivîsên Vekişanê” hatibû weşandin bi 4 salan hatibû vekirin. Doz li 24emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi rê ve çûbû ku dadgerê dozê Hûlûsî Pûr bû û Halît Îçdemîr û Çaglayan Ozbay jî di dîwana dadkirinê de bûn. Dîwanê di daneşîna 31ê Adara 2017yê de biryar derbarê dosyayê de girtibû. Dîwanê di encama nirxandina çarçoveya hemû dosyayê û dîroka nivîsê de biryar girtibû ku Cemalî ti sûc nekiriye.
Îdianameya ji bo nivîsa bi navê “Fehman Huseyin” ji hêla dozger Mûrat Înamî ve hatibû amadekirin ku dozger niha di çarçoveya dosyaya “FETO”yê de tê dadgehkirin û cezayê muebetê jê re tê xwestin. Di vê dosyayê de 2 sal ceza ji Cemalî re dihat xwestin.
Daneşîna vê dozê di 14yê Sibata 2017yê de çêbûbû û heyeta dadgehê biryar girtibû ku sal û 3 meh cezayê girtinê bidin Cemalî. Ceza ji bo 2 salan hatibû bipaşxistin.
Cemal herwiha ji bo ku bûbû Berpirsê Weşanê yê Nobedar ê Ozgûr Gundemê bi daxwaza 7 sal û nîv cezayê girtinê doz lê hatibû vekirin. Dadhekê biryara beraetê ji bo îdiaya “propagandeya rêxistina terorê” dabû lê ji bo îdiaya “weşandina daxuyaniyên rêxistina terorê” 6 hezar TL cezayê pareyê dabû Cemalî. (EA/FD)