Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikine
Pêncemîn daneşîna doza ku nivîskar, rêveber û endamên lijneya şêwrê yên weşanê ya rojnameya Ozgur Gundemê bi rê ve çû. Rojname bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin.
Bersûcên girtî Înan Kizilkaya û Kemal Sancili bi şertê qedexeya derketina derve hatin tehliyekirin. Doz wê di 6ê Adarê de berdewam bike.
Eren Keskîn û Necmiye Alpay û gumanbarên girtî Înan Kizilkaya û Kemal Sancili beşdarî daneşîna dozê bû ku 23yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê bûn.
Nûnerên Konsolxaneya Almanyayê, ji Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, Parlamenterên Partiya Gel a Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikûlû û Hîlmî Yarayici, Gulsum Elvan, ji Kuresel BAKê Bulent Aydin û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Erdal Ataş, rojnameger Tugrul Eryilmaz û Ayşe Duzkan, nivîskar Seray Şahiner û mafparêz doz şopandin.
Di dozê de endamên lijneya şêwrê û nivîskarên rojnameyêFiliz Koçali, Aslı Erdoğan, Necmiye Alpay, Ragıp Zarakolu, Berpirsê Weşanê yê Giştî Zana (Bilir) Kaya, Midûrê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya, nivîskar Eren Keskîn, Xwediyê Rojnameyê Kemal Sancili û Endama Lijneya Şewrê ya Weşanê Bilge Aykut tên dadgehkirin.
Dadgehê biryara Dadgeha Destûrî parast
Ozcan Kiliç parêzerê rojnameyê daxwaz kir ku biryara qedexeya derketina derve ya Eren Keskînê û tehliyeya Kizilkaya û Sancili derkeve.
Kiliçî biryarên demkî yên ku dadgehê dane nirxand û got ku ji ber gumana revê muwekîlên wî tehliye nebûne lê hewceyî li gumaneke wiha nake û tenê karekî muwekîlên wî heye ew jî rojnamegerî ye.
Kiliçî her wiha biryara Dadgeha Destûrî pêşkêşi dadgehê kir ku ji bo rojnameger bêyî girtinê bên dadgehkirin û ew rapora Neteweyên Yekgirtî jî pêşkêş kir ku derbarê nûçeyên di weşana wan de ti fikar nînin.
Erdal Dogan Parêzerê nivîskar Asli Erdoganê jî daxwaza beraata muwekîla xwe kir ku Erdogan di dozê de demekê girtî mabû û paşê hatibû tehliyekirin.
Kizilkaya: Ji bo aştiyê Serbestberdana rojnamegeran hêza yaken ye
“441 roj in ku ez ji azadiya xwe bêpar im û di bin tecrîtê de me. Roja 16yê Tebaxê bi sedan polîsan weke ku keleheke dijmenan belav bikin hatin rojnameya Ozgur Gundemê. Lê dikarîbûn me bi awayekî asayî bibin.
“Di destê me de top û tifing tune bû. Ez rojnameger im, em rojnameger in. Tenê yek çeka min heye ew jî pênûs e.
“Ew rojnameya ku tenê min dikarî penc mehan lê kar bikim li hêza dewletê ya derketibû derveyî yasayan rexne dikir. Ez Kurd im, em hêza dewletê baş nas dikin. Zimanê min ê dayikê Kurdî ye lê ez li vir bi Tirkî xwe diparêzim. Lê li welatên demokratîk mirov ne hêza dewletê azadiyê his dikin.
“Wê nikaribin pênûsa min bişikînin. Ez xwedî li hemû nûçeyên xwe derdikevim. Rojnameger li hemberî ti hêz û otorîteyê xwe xwar nakin. Rojnamegerî ne sûc e. Divê hemû rojnameger serbest bimînin. Ev ji bo aştiyê hêza yekane ye.” (TP/HK/FD)