Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
20ê Çiriya Pêşiyê, pênc rojnameger hatibûn desteserkirin, du rojnameger ji wan, Dûygû Erol û Habîbe Eren serbest bûn.
Polîsan diyar kiribûn ku li ser herdu rojnamegeran îxbar hatiye kirin. Li ser wê yekê polîsan bi ser mala rojnamegeran de girtinbûn. Edîtora JinNewsê Sîbel Yûkler û herdu nûçegihanên Ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê Dîren Yûrtsever û Selman Gûzelyûz di 21ê Çiriya Pêşiyê de hatibûn serbest berdan.
Bixwîne - JinNewsê dest bi weşanê kir
JinNews
JinNewsê li ser navnîşana jinnews.com.tr yê dest bi weşanê kir û weşanên xwe bi Tirkî, Kurdî, Erebî, Zazakî û Ingilîzî dike.
Tekane ajansa nûçeyên jinan a Tirkiyeyê jî di nav de 15 dezgehên medyayê di 29ê Cotmeha 2016yê de bi Biryarnemeya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ya hejmar 675ê hatibûn girtin. Piştî vê biryarê di Kanûna Paşiyê ya 2016yê de Rojnameya Şûjinê bi dirûşma "Bi armanca bibe şûjin ji zimanê medyayê de" dest bi weşanê kiribû. Lê ew jî di 25ê Tebaxa 2017yê de bi KHK ya hejmar 693yê hatibû girtin.
(HK/MB)