Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Rojnameger û mafparêz Mûrat Çelîkkan serbest ma.
Çelîkkan ji ber bibû Berpirsê Weşanê yê Nobedar ê Rojnameya Ozgur Gundemê sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn ku rojname bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin. Çelîkkan piştî cezayê wê hatibû pesendkirin di 14ê Tebaxê de ketibû Girtîgeha Kirklareliyê.
Çelîkkan di 14yê Çiriya Pêşiyê de şandibûn girtîgeha vekirî. Paşê jî parêzeran ji bo serbestiya bi kontrol serî lê dabûn.
Derbarê Mûrat Çelîkkanî de
25 sal in rojnamegeriyê dike û di vê demê de weke nûçegihan, edîtor, qunciknivîs û berpirsê weşanê kar kiriye.
Di tevgera mafên mirovan a Tirkiyeyê de bi awayekî aktîf kar kir. Yek ji avakarên Komeleya Mafên Mirovan, Rêxistina Efûyê ya Navdewletî ya Tirkiyeyê, Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û di rêveberiyên wan de cî girt. Derbarê pirsgirêka Kurdan û etîka medyayê de di projeyan de kar kir.
Ji 2010an û vir ve dîrektoriya Navenda Bîr Edalet û Rastiyê dike ku yek ji avakarên wan e.
Çi bûbû?
Mûrat Çelîkkan ji bo piştevaniya kampanyeya rojnameyê di 28ê Gulana 2016an de bûbû Berpirsê Weşanê yê Nobedar.
Di daneşîna li 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê de hat dîtin, dadgehê di 16yê Gulana 2017yê de biryar girtibû ku Çelîkkanî ji ber “propagandeya rêxistina terorê” ceza bike. Heyeta dadgehê ya di bin serokatiya Bulent Dalkiran û endamên heyetê Pinar Gezen Atanîan û Kadrî Arslanî pêk hatibû bi daxuyaniya xwe ya “Ji ber bersûcî bi sekna xwe nîşan nedaye ku têra xwe poşman bûye” ji cezayê Çelîkkanî tiştek danexist û ceza bipaş de nexist.
Mûrat Çelîkkanî di daneşîna 17yê Gulana 2017yê de xwe parastibû û behsa wî tiştî kiribû ku ew 3 nûçeyên di roja berpirsiyariya wî de hatine weşandin çima nabin “Sûc”. (HK/FD)
* Fotoğraf: Cem Erciyes