Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ayla Albayrak nûçegihana Wall Street Journalê bi hinceta ku di gotareke xwe de “propagandeya rêxistinê” kiriye rastî 2 sal û mehek cezayê girtinê hat.
Li gorî nûçeya nûçegihanê WSJ Thomas Grove, doza Albayrak bi hinceta ku “propagandeya PKKyê” hatiye vekirin bidawî hat. Grove nivîsand ku biryara cezayê girtinê “yek ji encamên hedefgirtina hikûmetê ya li hemberî rojnamegeran e ku her diçe zêde dibe”.
Albayrak niha li New York ê ye û hemwelatiya Tirkiye û Finlandiyayê ye. Albayrakê ji WJSyê re got ku ew ê biryarê bibe dadgeha bilind:
“Dema ku em hewa ya li Tirkiyeyê dinirxînin, divê ev biryar a bitirs ne ewqas surprîz bûya lê dîsa jî wiha çêbû. Ev biryar dide xuyakirin ku rayedar, naxwazin tiştên di operasyonên li başûrê rojhilatê Tirkiyeyê de diqewimin bibin nûçe. Her wiha medyaya navnetewî ji fişarên li ser medyaya Tirkiyeyê dide nîşandan.”
Di gotarê de çi hebû?
Gotara Albayrakê ya ku doz lê hatibû vekirin di 19yê Tebaxa 2015yê de di WSJyê de bi sernavê “Şerê bajaran ê piraniya Kurdan ên li başurê rojhilatê Tirkiyeyê, gur dibe”.
Li gel gotarê vîdeoyek ku li Silopyayê hatibû kişandin û tê de şerê di navbera PKK û hêzên çekdar ên fermî nîşan dida jî di malpera rojnameyê de hatibû belav kirin. Her wiha hevpeyvînên şaredaran û niştecihên Silopyayê jî cî digirtin.
Di meha Çiriya Pêşiyê bang li Albayrakê hatibû kirin ku îfadeyê bide navenda polîsan û di Nîsana 2016yê de doz lê hatibû vekirin.
“Armanca gotarê çêkirina nûçeyek serbixwe û objektîf bû”
Gerard Baker Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Wall Street Journalê derbarê gotara Albayrakê de got, “Tekane armanca gotarê ew bû ku, “derbarê bûyerên li Tirkiyeyê de nûçeyeka serbixwe û objektîf çêbike û ev arman jî bi ser ket.”
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) a ku navenda wê li New Yorkê ye jî cezayê girtîgehê şermezar kir. (AS/FD)