Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Sêyem daneşîna doza rojnameya Cumhuriyetê li 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê berdewam kir. Di dozê de 6 jê girtî 20 kes tên dadgehkirin.
Dadgehê biryara xwe ya demkî da û biryar girt ku Kadrî Gursel serbest bimîne. Her wiha aşkere kir ku wê rewşa girtîtiya Mûrat Sabûncû, Akin Atalay, Emre Îper, Ahmet Şik û Ahmet Kemal Aydogdûyî berdewam bike.
Daneşîna çarem wê di 31ê Cotmehê de birêve biçe ku salek li ser operasyona polîsan a li hemberî rojnameya Cumhuriyetê dibore.
Giliyê Sabah, Akşam û Guneşê hat kirin
Ji ber ku beriya biryara dadgehê aşkere bibe bi saetekê nûçe derbarê berdewamiya girtîtiyê de çêkirin dadgehê biryar girt ku giliyê rojnameyên Sabah, Akşam û Guneşê bike.
Di dozê de berpirsê weşana Rojnameya Cumhuriyetê Murat Sabûncû, Serokê Lijneya Bicihanînê yê Rojnameya Cumhuriyetê û parêzer Akin Atalay, nivîskarê rojnameyê Kadrî Gursel, nûçegîhanê rojnameyê Ahmet Şik, xebatkarê beşa muhasebeyê yê rojnameya Cumhuriyetê Emre Îper û bikarhênerê Twitterê Ahmet Kemal Aydogdû girtî dihatin dadgehkirin.
Di daneşîna sêyem de li îfadeyên şahidan guhdar kirin.
Kadrî Gursel: Ez ê di nivîsandinê de berdewam bim
Nivîskarê Rojnameya Cumhuriyetê Kadrî Gursel piştî biryara serbestiyê di saetên şevê de ji Girtîgeha Silivriyê derket.
Malbat, nas û dost, hevalên wî yên rojnameyê û Parlamenterê CHPyê Mahmût Tanal jî di nav de komekê Kadrî Gursel pêşwazî kir.
Gurselî piştî ku derket ji rojnamegeran re axivî û got ku ew ê di nivîsandinê de berdewam be.
Çi bûbû?
Nivîskar û rêveberên Rojnameya Cumhuriyetê bi îdiaya “Digel ku ne endamên rêxistinên PKK/KCK û FETO/PDYyê ne lê li ser navê rêxistinê sûc kirine” hatin sûcdarkirin.
BIXWÎNE: Nûçeyên Doza Cumhuriyetê
Daneşîna pêşiyê ya dozê di 24ê Tîrmehê de li 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Daneşîn 5 rojan berdawam kir û dadgeh biryara serbestiya Guray Oz, Musa Kart, Bulent Utku, Hakan Kara, Onder Çelik, Mustafa Kemal Gungor û Turhan Guneyî da. Murat Sabuncu, Akin Atalay, Kadri Gursel, Ahmet Şik û Ahmet Kemal Aydogdu hîn jî girtî ne.
Doza xebatkarê muhasebeya rojnameyê Emre Îper di 10ê Tebaxê de xistin nav doza esasî ya rojnameyê. Daneşîna bê wê di 11yê Îlonê de li Silivriyê birêve biçe. (EA/BK/FD)