Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dozger Ûygûr Kaan Arisoyî nêrîna xwe ya derbarê doza rojnameger Tûgrûl Eryilmazî de aşkere kir. Eryilmaz weke gelek rojnamegerên din bibû Berpirsê Weşanê yê Nobedar ê Rojnameya Ozgur Gundemê û derbarê wan de doz hatibû vekirin ku rojname hatibû girtin.
Daneşîn li 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê birêve çû. Dozgerî daxwaz kir ku Eryilmazî ji ber sûcê “çapkirin û belavkirina weşanên rêxistina terorê” di çarçoveya xalên 6/2 û 7/2yê yên Yaseya Têkoşîna Dijterorê ya hejmar 3713yê de bê cezakirin.
Parêzerên Eryilmazî, Ozkan Kiliç û Hazal Pekşen Demîrhanê ji bo parastinê daxwaza demê kirin. Eryilmazî jî got ku ew jî weke parêzerên xwe daxwaza demê dike. Heyeta dadgehê ev daxwaz qebûl kir û daneşîn ji bo 20ê Tîrmehê taloq kir.
Eryilmaz di 1ê Hezîrana 2016yê de bû Berpirsê Weşanê yê Nobedar ê Ozgur Gundemê û ji ber nivîs û nûçeyên ku wê rojê di rojnameyê de hatibûn weşandin derbarê wî de doz hatibû vekirin.
Derbarê Tûgrûl Eryilmazî de
Ji roja ku hatiye avakirin weke berpirsê weşanê yê Radikal İkiyê kar kiriye ku di sala 1996ê de dest bi kar kiribû. Di sala 1969ê de Fakulteya Zanyariyên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê qedand. Demekê li Îngiltereyê perwerdeya xwe berdewam kir. Piştî ku li heman fakulteyê mastera xwe qedand, li Navenda Nûçeyan a TRTyê dest bi rojnamegeriyê kir. Demekê li Dibistana Bilind a Çapemenî û Weşanê ya Zanîngeha Enqereyê dersên ragihandinê da. Di sala 1981ê de dest ji karê zanîngehê berda.
Li Stenbolê de kovarên weke Nokta, Yeni Gundem, Tempo û Sokakê û rojnameyên Cumhuriyet û Yeni Asirê de kar kir. Li fakulteyên ragihandinê yên Zanîngehên Enqere, Bahçeşehir, Bilgi, İzmir Ekonomi û Kadir Hasê dersên rojnamegeriyê da. Di hin programên sînemayê yên televizyonan de kar kir. Şêwirmendiya fîlmên sînema û rêzefilman dike. Avakar û endamê Lijneya Birêveber ê Weqfa Ragihandinê IPSyê ye. Hezkiriyê Rolling Stones û Marianne Faithfullê ye. (TP/EKN/FD)