Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Daneşîna duyemîn a doza Cumhuriyetê berdewam dike ku 6 jê girtî 20 bersûc tên dadgehkirin.
Duyem daneşîna doza Rojnameya Cumhuriyetê li dadgeha di nava kampusa Girtîgeha Silivriyê birêve çû ku 24ê Tîrmeha 2017deyê li 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Edliyeya Çaglayanê destpê kiribû.
Di dozê de 18 xebatkar û rêveberên Rojnameyê, Îlhan Tanir xebatkarê berê yê serbest ê Cumhuriyetê û Ahmet Kemal Aydogdû bikarhanêrê Twitterê tên dadgehkirin. 6 bersûcên girtî hene Berpirsê weşana Rojnameya Cumhuriyetê yê Murat Sabûncû, Serokê Lijneya Bicihanînê yê Rojnameya Cumhuriyetê û parêzer Akin Atalay, nivîskarê rojnameyê Kadrî Gursel, nûçegihanê rojnameyê Ahmet Şik, xebatkarê beşa muhasebeyê yê rojnameya Cumhuriyetê Emre Îper û bikarhênerê Twitterê Ahmet Kemal Aydogdû girtî tên dadgehkirin. 12 bersûcên serbest Li gel nûnerê xwendikaran ê rojnameya Cumhuriyetê Guray Oz, Karîkaturîst Mûsa Kart, parêzer û endamê Lijneya Birêveber ê Weqfa Cumhuriyetê Bulent Ûtkû, nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê Hakan Kara, endamê Lijneya Birêveber ê Weqfa Cumhuriyetê Onder Çelîk, endamê Lijneya Birêveber ê Weqfa Cumhuriyetê û parêzer Mûstafa Kemal Gungor û Berpirsê Weşana Giştî yê Pêveka Pirtûka Rojnameya Cumhuriyetê Tûrhan Gunay ku di daneşîna pêşiyê de serbest mabûn, nivîskar û bepirsê weşanê yê berê yê Rojnameya Cumhuriyetê Aydin Engin, nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê Hîkmet Çetînkaya, midûrê berê yê muhasebeyê Bulent Yener, midûrê muhasebeyê Gunselî Ozaltay, Serokê Lijneya Birêveber ê Weqfa Cumhuriyetê Orhan Erînç jî weke bersûcên serbest tên dadgehkirin. Derbarê nivîskar û berpirsê weşanê yê giştî yê berê yê Rojnameya Cumhuriyetê û xebatkarê berê yê Cumhuriyetê Îlhan Tanirî de biryara zevtkirinê heye ku di dosyayê de cî digirin. Piştî daneşîna pêşiyê ya ku 5 rojan domand, biryar hat standin ku daneşîn li Silivriyê berdewam bike. Daneşîna îro ji hêla gelek rojnameger, rêxistinên azadiya çapemenî û xweîfadekirinê tê şopandin. Di daneşîna îro de wê beşek ji şahidan û Emre Îperî cara pêşiyê îfadeyên xwe bidin. Şahidên ku wê îfadeyên xwe bidin ev in: Mustafa Balbay, İnan Kıraç, Alev Coşkun, Mustafa Pamukoğlu, Nevzat Tüfekçioğlu, Şükran Soner, Nail inal, Mehmet Faraç, Rıza Zelyurt, İbrahim Yıldız, Leyla Tavşanoğlu, Miyase İlknur, ve Aykut Küçükkaya. |
Di daneşînê de xebatkarê muhasebeyê yê Rojnameya Cumhuriyetê Emre Îperî ku girtî ye û parêzerê wî Abbas Yalçinî parêznameya xwe dan. Her wiha berpirsê giştî yê berê yê Rojnameya Cumhuriyetê Îbrahîm Yildiz, Koordînatorê nûçeyan ê Rojnameya Cumhuriyetê Aykut Kuçukkaya, endamê berê yê Lijneya Birêvebiriyê yê Weqfa Cumhuriyetê Nevzat Tufekçîoglû, nûçegihana Cumhuriyetê Miyase Îlknûr, rêveberê berê yê Rojnameya Cumhuriyetê Naîl Înal, nivîskara Rojnameya Cumhuriyetê Şukran Soner, rêveberê berê yê Weqfa Cumhuriyetê Mûstafa Pamûkoglû, rêveberê berê yê Weqfa Cumhuriyetê Înan Kiraçî weke şahid îfade dan.
Kesên ku dozê dişopînin
* Xêz: Tarik Tolûnay
Parlamenter, rojnameger, malbatên girtiyan jî di nav de gelek kes dozê dişopînin.
* Xêz: Murat Başol
Parlamenterên CHPyê Mahmût Tanal, Îlhan Cîhaner, Ûtkû Çakirozer, Sezgîn Tanrikûlû, Hîlmî Yarayici, Parlamenterên HDPyê Fîlîz Kerestecîoglû, Garo Paylan, Sirri Sureyya Onder, Ertûgrûl Kurkçu, Meral Daniş Beştaş, parlamentera serbixwe Aylîn Nazliaka parlamenterên ku dozê dişopînin.
Sarah Clarke (PEN a Navneteweyî), Jorgen Lorentzen (PEN Norwêç), Maria Emilia Arioli (PEN Swîsre), Tine Danckaers (PEN Belçîka), Pilar Cebrian (Antena3 tv / İspanya), Markus Spillman (Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî / IPI), Steven Ellis (Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî / IPI), Rebecca Vincent (Rojnamegerên Sînorneras / RSF), Christophe Deloire (Rojnamegerên Sînorneras / RSF), Rebecca Harms (Parlamentera Ewropayê/ EP) di nava heyeta navneteweyî de cî digirin ku dozê dişopînin.
Serokê Dadgehê: Pirsgirêka cih heye
* Xêz: Murat Başol
Serokê Dadgehê Abdûrrahman Orkûn Dagî got, “Ez dibînim ku pirsgirêka cih heye. Lê em derbasî saloneke meztir jî bibin wê heman pirsgirêk derkeve. Di vê mijarê de em bi hev re pirsgirêkê çareser bikin. Xêzkar dikarin derbasî ciyê parêzeran bibin.” Serokê Dadgehê her wiha daxwaz ji cendermeyan kir ku derkevin derveyî salonê.
Îperî îdiaya ku ByLockê bikar tîne ret kir
Daneşîn bi xweparastina xebatkarê muhasebeya rojnameya Cumhuriyetê Emre Îpekî destpê kir ku girtî tê dadgehkirin û dosyeya wî xistibûn nav dosyeya esasî ya Cumhuriyetê.
Îperî di xweparastinê de behsa pêvajoya desteserkirina xwe kir û îdiaya ku ByLockê bikar tîne ret kir.
Îperî piştî ku xwe parast li dadgehê şahidan dest bi îfadeyên xwe kirin.
* Xêz: Halil Yavuz Ertürk
Kadrî Gursel: Mafê min ê darazê yê adilane hat astengkirin
Piştî ku dadgehê li şahidan jî guhdar kirin, nivîskarê Rojnameya Cumhuriyetê Kadrî Gurselî dest bi îfadeya xwe kir ku girtî tê dadgehkirin.
Gurselî bertek nîşanî wê biryara navberê da ku derbarê berdewamiya girtîtiya wî de bû. Her wiha îdiayên ku dibêjin têkiliya wî bi bikarhênerên ByLockê re hene ret kir.
Çi bûbû?
Nivîskar û rêveberên Rojnameya Cumhuriyetê bi îdiaya “Digel ku ne endamên rêxistinên PKK/KCK û FETO/PDYyê ne lê li ser navê rêxistinê sûc kirine” hatin sûcdarkirin.
BIXWÎNE: Nûçeyên Doza Cumhuriyetê
Daneşîna pêşiyê ya dozê di 24ê Tîrmehê de li 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Daneşîn 5 rojan berdawam kir û dadgeh biryara serbestiya Guray Oz, Musa Kart, Bulent Utku, Hakan Kara, Onder Çelik, Mustafa Kemal Gungor û Turhan Guneyî da. Murat Sabuncu, Akin Atalay, Kadri Gursel, Ahmet Şik û Ahmet Kemal Aydogdu hîn jî girtî ne.
Doza xebatkarê muhasebeya rojnameyê Emre Îper di 10ê Tebaxê de xistin nav doza esasî ya rojnameyê. Daneşîna bê wê di 11yê Îlonê de li Silivriyê birêve biçe. (EA/BK/FD)