Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Doza Rojnameya Cumhuriyetê wê di 11ê Îlonê de li Silivriyê ya Stenbolê berdewam bike. Rojnamegerên li Derve bi vîdeoyekê bangewasiya beşdarbûna daneşînê kirin.
Vîdeo li ser medyaya civakî bi hashtagên “#11EylüldeHepsiniİstiyoruz (Di 11yê Îlonê de em hemûyan dixwazin)” û “#GazetecilereÖzgürlük (Azadî ji bo rojnamegeran)” hatin belavkirin. Di vîdeoyê de hat diyarkirin ku xebatkarên Cumhuriyetê ji ber rojnamegeriyê hatine girtin û hatine darizandin û daxwaza serbestiya wan hat kirin.
Çi bûbû?
Nivîskar û rêveberên Rojnameya Cumhuriyetê bi îdiaya “Digel ku ne endamên rêxistinên PKK/KCK û FETO/PDYyê ne lê li ser navê rêxistinê sûc kirine” hatin sûcdarkirin.
BIXWÎNE: Nûçeyên Doza Cumhuriyetê
Daneşîna pêşiyê ya dozê di 24ê Tîrmehê de li 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Daneşîn 5 rojan berdawam kir û dadgeh biryara serbestiya Guray Oz, Musa Kart, Bulent Utku, Hakan Kara, Onder Çelik, Mustafa Kemal Gungor û Turhan Guneyî da. Murat Sabuncu, Akin Atalay, Kadri Gursel, Ahmet Şik û Ahmet Kemal Aydogdu hîn jî girtî ne.
Doza xebatkarê muhasebeya rojnameyê Emre Îper di 10ê Tebaxê de xistin nav doza esasî ya rojnameyê. Daneşîna bê wê di 11yê Îlonê de li Silivriyê birêve biçe. (AS/FD)
* Rojnamegerên li Derve: Dema rojnameger Ahmet Şik sala 2011yê di doza OdaTVyê de hat girtin, înîsiyatîfa bi navê “Hevalên Ahmet û Nedîmî (ANGA)” ji bo rojnamegerên girtî çalakî lidar xistin. Piştî salekê ku Şik û Şener serbest man, înîsiyatîf bi navê “Rojnamegerên li Derve” xebatên xwe berdewam kirin. Înîsiyatîf ji bo hempîşeyên xwe yên di doza ODATVyê, doza çapemeniyê ya KCKyê û niha jî ji bo yên di doza Rojnameya Cumhuriyetê de girtî ne çalakiyan birêve dibin.