Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bi biryara Dîwana Wezîran, Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de yên 693 û 694ê hatin îlankirin. 3 saziyên medyayê hatin girtin. dihabera(Ajansa Nûçeyan a Dîcle Medyayê) ku hat girtin daxuyanîyek da.
Di 9 mehan de 15 caran hat sansûrkirin
Beşên daxuyaniya dihaberê ev in:
“Îktîdara ku bi rejîma OHAL û KHK’ê hebûna xwe berdewam dike, tenê 9 mehan li hemberî hewldanên dihaber ya rastiya ronî dike di ber xwe da. Di vê pêvajoya 9 mehan de sîteya înternetê dihaber 15 caran hat astengkirin. Nûçegîhanê dîhaberê hatin binçavkirin û girtin.
“Kuştina 3 zarokên di 4’ê Gulanê de li navçeya sîlopya ya Şirnexê ku bi panzera ket hundir hatin kuştin jî dîsa yekem car ji aliyê dihaberê ve hat parvekirin.
“Xerakirina peykerê Ehmedê Xanî, bîrdariya Roboskî[Robozikê], peykerê Orhan Dogan, rakirina navê Tahir Elçî, hatin xerakirin û navê wan hat guhertin.Gelek nûçeyên ku bûn rojev û rojev belav kirin kirin manşet û rastî ronî kir.
“Rastiya penaberên di kampên AFAD’ê de penaberên ji şerê Sûrî reviyane û geşedanên li Reqqa roj bi roj bi cihanê re parve kir.
“Li şuna regezên OHAL’ê pîvanê rojnamegeriya gerdûnî esas girt”
“Li şûna regezên OHALê pîvanê rojnamegeriya gerdûnî esas girt. Ji ber vê yeke dihaber hat girtin. Lê rojnameger dê di çarçoveya pîvanên rojnamegeriya azad û cerebeyên xwe kevneşopiya xwe berdewam bike. Dirûşma “Rastî di tariyêde namîne” dê bi biryarek hêj geştir û xurttir berdewam bike.”(EA/MB)