Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Mûrat Çelîkkan ku yek ji Berpirsê Weşanê yê Nobedar ê Rojnameya Ozgur Gundemê ye ji ber cezayê ku standiye ket Girtîgeha Kirklareliyê.
Çelikkan duh saet 15.00ê tevlî hezkirî û parêzerê xwe çû Girtîgeha Kirklareliyê. Çelîkkan piştî ku 45 rojan di girtîgehê de bimîne, nikaribe ji serbestiya bikontrol fêdê werbigire li gorî yaseya çespandinê de ewê 13 mehan di girtîgehê de bimîne û têkeve nava rojnamegerên girtî de.
Çi bûbû?
Mûrat Çelîkkan ji bo piştevaniya kampanyeya rojnameyê di 28ê Gulana 2016an de bûbû Berpirsê Weşanê yê Nobedar.
Di daneşîna li 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê de hat dîtin, dadgehê di 16yê Gulana 2017yê de biryar girtibû ku Çelîkkanî ji ber “propagandeya rêxistina terorê” ceza bike. Heyeta dadgehê ya di bin serokatiya Bulent Dalkiran û endamên heyetê Pinar Gezen Atanîan û Kadrî Arslanî pêk hatibû bi daxuyaniya xwe ya “Ji ber bersûcî bi sekna xwe nîşan nedaye ku têra xwe poşman bûye” ji cezayê Çelîkkanî tiştek danexist û ceza bipaş de nexist.
Mûrat Çelîkkanî di daneşîna 17yê Gulana 2017yê de xwe parastibû û behsa wî tiştî kiribû ku ew 3 nûçeyên di roja berpirsiyariya wî de hatine weşandin çima nabin “Sûc”. (EA/FD)