Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lijneya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ji bo du girtiyên ku ji bo Cumhuriyetê wek rojnameger dixebitîn biryar da ku “ew bi awayekê keyfane ji azadiya wan mehrûm hatine hiştin.”
12 girtîyan serî li Neteweyên Yekbûyî dan, NYyê biryar da ew bi awayekê keyfane hatine girtin û divê ew serbest bêne berdan. Du ji girtîyên serî li NYyê dayîn rojnamegerên ji bo Cumhuriyetê dixebitîn in.
Lijneyê bang li Tirkiyeyê kir ku divê ew çareseriyekê ji bo vê rewşê bibîne û gavekê biavêje.
Hat eşkerekirin ku girtina Önder Çelik, Turhan Günay, Mustafa Kemal Güngör, Kadri Gürsel, Hakan Kara, Hacı Musa Kart, Murat Sabuncu, Bülent Utku, Güray Tekin Öz û Akın Atalayî keyfane ye û ne li gor Danezana Mafên Mirovan a Navneteweyî ye.
Çi bûbû?
Di 31ê Çiriya Pêşiyê ya 2016ê de birêvebirên Weqfa Cumhuriyetê hatin girtin.
Serdozgeriyê biryara girtina birêvebiran bi wê yekê ve girê da ku “wan piştgiriya PKK/KCD(Partiya Karkerên Kurdistanê/Kongreya Civakên Demokratîk) û FETO/PDY(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir/Pêkhateya Dewlwta Paralel) kiriye, ji beriya hewildana derbekirinê wan weşanên welê kirine ku derbeyê meşrû dike. Ji ber wê digel bersûc ne endamên rêxistinên terorî ne ji bo wan sûc kirine.
Dozgerê doz dayî dest pê kirin ê bi navê Murat Înam ji bo doza Selam Tevhîdê tê dadkirin.
Ji bo 16 xebatkarên Cumhuriyetê biryara desteserkirinê hatibû dayin û 13 ji wan di heman rojê de hatibûn desteserkirin.
Ew kesên hatîn desteserkirin ev in: Murat Sabuncu, Hakan Kara, Hikmet Çetinkaya, Musa Kart, avukat Bülent Utku, yazar Güray Öz, Mustafa Kemal Güngör, Önder Çelik, Bülent Yener, Turhan Günay, yazar Aydın Engin, Kadri Gürsel û Günseli Özaltay.
Rojnamegerên ku 9 meh in girtî ne, cara pêşiyê ye têne dadkirin.(AS/MB)