* Xêzkirin : Semîh Poroy
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Dageha Cezayên Giran a 27. a Stenbolê, 19 kes di roja çarem de ji bo Doza Cumhuriyetê têne dadkirin, 12 kes ji wan di girtîgehan de ne. 11 kesên girtî xebatkar û birêvebirên rojnameya Cumhuriyetê ne û kesek bikarhênerê Twîtterê ye.
Îro roja çarem e ku berpirsê weşana Rojnameya Cumhuriyetê yê girtî Murat Sabûncû, nivîskarê rojnameyê Kadrî Gûrsel, karîkatûrîstê Mûsa Kart, endamê Dîwana Birêvebir a Weqfa Cumhuriyetê Onder Çelîk, endamê Dîwana Birêvebir a Weqfa Cumhuriyetê Onder Çelîk, endamê Dîwana Birêvebir a Weqfa Cumhuriyetê Mustafa Kemal Gûngor, nivîskarê rojnameyê Hakan Kara, Berpirsê Pêveka Kitêban a Cumhuriyetê Turhan Gûnay, nivîskarê rojnameyê Gûray Oz, parêzerê Akin Atalay û nûçegihanê rojnameya Cumhuriyetê Ahmet Şik têne dadkirin.
Herwiha Serokê Lijneya Birêvebirinê yê Weqfa Cumhuiyetê Orhan Erînç, Midûrê Muhasebeyê yê Rojnameya Cumhuuriyetê Gunselî Ozaltay, nivîskarê Rojnameya Cûmhuriyetê Hîkmet Çetînkaya, Derhênerê berê yê Weşanê ye Rojnameya Cumhuriyetê û nivîskar Aydin Engîn û Midûrê Muhasebe yê berê yê Rojnameya Cumhuriyetê Bulent Yener jî li salona dadgehê amade ne ku dadkirina wan ne bi awayê girtî berdewam dike.
Di roja yekem ya dadgehkirinê de (24ê Tîrmehê) Kadrî Gursel, Akin Atalay û Mûsa Kart, di roja duyem de (25ê Tîrmehê) Mûrat Sabûncû, Bulent Ûtkû, Guray Oz, Onder Çelîk û Mûstafa Kemal Gungor, di roja sêyem de (26ê Tîrmehê) Hakan Kara, Tûrhan Gunay, Ahmet Şik, Ahmet Kemal Aydogdû, Bulent Yener û Gunselî Ozaltay axivî.
Destûra ketinê ya kesên ku tên darizandin, parêzer û şopînerên dozê saet 12.00ê hat dayin.
Îro Aydin Engîn, Hîkmet Çetînkaya û Orhan Erînç xwe diparêzin.
Çetînkaya: Bi berpêşiyên min ve Gulen hat darizandin
Hîkmet Çetînkayayî pêşî xwe parast: “Li ser nêrînên min ê berpêşî Fethullah Gulen ji ber avakirin û birêvebirina rêxistinê hat darizandin. Niha bi îdianameya dozgerên ku dahatû jibîr kirine ez bi alîkariya rêxistina terorê ya FETOyê ve têm darizandin”.
Aydin Engîn: Ez rojnameger im, karê min ev e
Piştî Çetînkayayî Aydin Engînî xwe parast û got: Ez daxuyaniyeke derbarê 9 gotarên xwe de bêwate dibînim. Ew nivîsên min jixwe bi avayekî vekirî bersiva îdianameyê dide ku hewceyî hevokên lêzêdekirî nake.”
Orhan Erînç: Li bende ne ku rojnameger weke dozgeran tevbigerin
Piştî Aydin Engînî, Orhan Erînçî dest bi parastina xwe kir.
Erînçî got: “Ez wisa fam dikim ku wezîfedarên dewletê kiryarên me rojnamegeran yên ji bo agahdarkirina gel weke sîxurtiyê dibînin. Li bende ne ku rojnameger weke dozger dadweran tevbigerin.”
Dîwana Dadkirinê
Serokê dîwana dozgeran Abdurrahman Orkun Dag dozê bi rê ve dibe.
Dozgerên endamên dîwanê: Mehmet Arslan û Halît Îçdemîr in.
Bersûc li Dadgeha Cezayên Giran a 27. a Stenbolê têne dadkirin. Gelek nûnerên rêxistinên parastina mafên mirovan jî ji bo temaşekirinê hatine dadgehê.(EA/FD)