Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
*Wêne: Tansû Pîşkîn / bianet
Berpirsê weşana Rojnameya Cumhuriyetê yê girtî Murat Sabûncû, nivîskarê rojnameyê Kadrî Gûrsel, karîkatûrîstê Mûsa Kart, endamê Dîwana Birêvebir a Weqfa Cumhuriyetê Onder Çelîk, endamê Dîwana Birêvebir a Weqfa Cumhuriyetê Onder Çelîk, endamê Dîwana Birêvebir a Weqfa Cumhuriyetê Mustafa Kemal Gûngor, nivîskarê rojnameyê Hakan Kara, Berpirsê Pêveka Kitêban a Cumhuriyetê Turhan Gûnay, nivîskarê rojnameyê Gûray Oz, parêzerê Akin Atalay û nûçegihanê rojnameya Cumhuriyetê Ahmet Şik çûn salona dadkirinê. Dema ew têketin salonê beşdar û temaşevanên dozê çepik kirin.
BIXWÎNE: Nûçeyên Doza Cumhuriyetê
Di 109 saliya rakirina sansûrê de, 19 rojnameger dê bi bo Doza Cumhuriyetê bêne dadkirin.
Ji 19 rojnamegerên bersûc, 11 rojnameger di girtîgehan de ne.
Gûrsel ji 112 kesên bakirîn min an peyam şandîn min bersiva 102yan nedaye
"85 kesan ji bo carekê peyam ji min re şandiye, 17 kesan jî ji bo carekê bi telefonê bakiriye min lê min bersiva wan nedaye. Digel ku min bersiva wan nedaye hûn nikarin min welê nîşan bidin ku peywendiya min digel wan heye.
"Piraniya van peyaman di dema 24ê Tîrmehê û 1ê Kanûna Paşiyê de ne. Ji ber ku operasyon li polîsan dihat kirin qey wan hewildaye xwe bigihînin rojnamegeran.
"Eşkere ye ku min ti bersiv ji bo hewildana wan a arîkarîstandinê nedaye."
Dîwana Dadkirinê
Serokê dîwana dozgeran Abdurrahman Orkun Dag dozê bi rê ve dibe.
Dozgerên endamên dîwanê: Mehmet Arslan û Halît Îçdemîr in.
Bersûc li Dadgeha Cezayên Giran a 27. a Stenbolê têne dadkirin. Gelek nûnerên rêxistinên parastina mafên mirovan jî ji bo temaşekirinê hatine dadgehê.
1100 parêzer
Ji bo 1100 parêzeran wekaleta bersûcan hatiye dayin. Li salona dadkirinê bi tenê ji bo 150 kesan cih heye. Ji ber ku gellek parêzer dixwazin biçin salonê ji bo rojnamegeran cih nema.
BIXWÎNE: Ji beriya 109 salan sîstema sansûrkirinê hat rakirin
Tutuklu dostlarımız salona alkışlarla girdiler. Tüm salon ayakta!#GazetecilereÖzgürlük #GazetecilikSucDegildir pic.twitter.com/Xf7ODi0ITD
— Cumhuriyet Savunması (@CumhuriyetAv) 24 Temmuz 2017
Dema rojnameger çûyîn di salona dadkirinê de. Bînerên dozê çepik ji bo wan çepik kirin.
Di 31ê Çiriya Pêşiyê ya 2016ê de birêvebirên Weqfa Cumhuriyetê hatin girtin. Serdozgeriyê biryara girtina birêvebiran bi wê yekê ve girê da ku “wan piştgiriya PKK/KCD(Partiya Karkerên Kurdistanê/Kongreya Civakên Demokratîk) û FETO/PDY(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir/Pêkhateya Dewlwta Paralel) kiriye, ji beriya hewildana derbekirinê wan weşanên welê kirine ku derbeyê meşrû dike. Ji ber wê digel bersûc ne endamên rêxistinên terorî ne ji bo wan sûc kirine. Dozgerê Bersûcê Doza FETOyêDozgerê doz dayî dest pê kirin ê bi navê Murat Înam ji bo doza Selam Tevhîdê tê dadkirin. Operasyona li CumhuriyetêJi bo 16 xebatkarên Cumhuriyetê biryara desteserkirinê hatibû dayin û 13 ji wan di heman rojê de hatibûn desteserkirin. Ew kesên hatîn desteserkirin ev in: Murat Sabuncu, Hakan Kara, Hikmet Çetinkaya, Musa Kart, avukat Bülent Utku, yazar Güray Öz, Mustafa Kemal Güngör, Önder Çelik, Bülent Yener, Turhan Günay, yazar Aydın Engin, Kadri Gürsel û Günseli Özaltay. Rojnamegerên ku 9 meh in girtî ne, cara pêşiyê ye têne dadkirin.(EA/MB) |