Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hevalên Ahmet Şikî eşkere kir ku 200 roj in Ahmet şik di girtîgehê de ye û divê ew azad bibe.
Hevalên Ahmet Şikî etîketa #AhmetŞıkaÖzgürlük li Twîtterê belav kir.
Çi bûbû?
Ahmet Şik ji ber Twîtên xwe û nûçeyên xwe di 29ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê de hatibû desteserkirin. Mijara desteserkirina wî ji parêzerên wî re nehat gotin lê ji bo Ajansa Anadolûyê hatibû şandin.
Lêpirsîn ji ber hin Twîttên wî û nûçeyên wî yên li malpera Rojnameya Cumhuriyetê belav bûyîn hatiye vekirin.
Ew bi “propagandaya rêxistina terorî” û “şikandina rûmeta dewletê û organên medyayê” tê sûcdarkirin.(EA/MB)