Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Piştî Hewildana Derbekirinê ya 15ê Tîrmehê, Rewşa Awarte hat îlankirin, Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de hatin îlankirin û bi vê yekê Tirkiye ji dinyaya demokrasîyê veqetiya.
Rêxistinên siyasî û rêxistinên parastina mafên mirovan demek dirêj e ku eşkere dikirin ew ji ber rewşa li Tirkiyeyê di fikarê de ne, rêxistinan vê carê serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan û hikûmet hişyar kir.
Serokê Parlamentoya Ewropayê Antonio Tajani eşkere kir ku “heke li Tirkiyeyê cezayê îdamkirinê bikeve di rewacê de, Tirkiye dê ji perspektîfa Yekîtîya Ewropayê derbikeve.”
Komîserê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê Nils Muijnieksî got: “Ji bo azadiya çapemeniyê û xwe-îfadekirinê divê acîl gav bêne avêtin.”
Rapornivîsa Yekîtîya Ewropayê ya ku li ser Tirkiyeyê raporan dinivîse, Kati Piriyê di rapora xwe de eşkere kiriye:
“Heke pakêta guhertina Makeqanûnê neyê guhertin û wek halê xwe bê qebûlkirin divê mûzakereyên endambûnê yên bi Tirkiyeyê re bêne sekinandin.”
15 sal in ku ji bo endametiya Yekîtîya Ewropayê Tirkiye mûzakereyan dike lê ji bo azadiya çapemeniyê rewşa Tirkityeyê bi tenê ji 25 wetan baştir e.
Li gor lîsteya Azadiya Çapemeniyê ya li Cîhanê ya ku Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas ji bo 2017ê amade kiriye Tirkiye çar rêzan bi paş ketiye û ji 180 welatan ketiya rêza 155ê.
Li gor Rapora Çavdêriya li Meyayayê ya BIAyê ya Nîsan-Gulan-Hezîranê 136 xebatkarên medyayê di girtîgehê de ne. Ya kêm 22 rojnamegeran nekarine mafên xwe ji Dadgeha Makeqanûnê bi dest bixin û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ew di halê xwe de hiştine.
Ji bo rojnamegeran 142 mûebeta zehmetkirî, 5 mûebed û 4259 sal û 10 meh cezayê girtinê tê xwestin.
Ji ber ku rojnamegeran rexne li serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan kirine, 18 rojnameger di vê dewra sê mehî de hatine dadkirin û ji bo wan 90 sal cezayê girtinê hatiye xwestin. Neh rojnamegeran li ser hev 4 sal 5 meh û 20 roj cezayê girtinê stand. Ew bûn mehkûm ku 84 hezar Lîreyên Tirkan cezayê pereyî jî bidin.
Sernivîsên Çavdêriya li Medyayê
Li Rapora Çavdêriya li Medyayê ev sernivîs hene: “rojnamegerên hatîn kuştin” “rojnamegerên hatîn girtin” “êrîş, tehdîd û astengkirin”,”lêpirsînên nû hatîn vekirin û lêpirsînên pêvajoya daadkirinê ji bo wan didomin”,”heqaret, mafên kesane, dozên tezmînatê”, “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê”, “RTUK(Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan)”
Di sê mehan de bi TCK(Qanûna Cezayan a Tirkan) û TMK(Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê) rojnameger hatin dadkirin. Rojnameger bi sûcên “alîkariya rêxistinê”, “propagandaya ji bo rêxistin” û “avakirina rêxistinan” nehatin sûcdarkirin vê carê bi “beşdarbûna li derbekirinê”, “armanckirinahevgiriya dewletê yekîtîya wê.”
136 rojnameger li bendê ne ku azad bibin
Di 1ê Tîrmehê de hejmara rojnamegerên di girtîgehan de, 136 bû. 78 rojnamegerên di girtîgehan de xebatkarên medyaya cimaetê bûne, 30 rojnameger jî li medyaya kurdan dixebitîn. Herweha 11 rojnameger, nivîskar û birêvebirên rojnameya Cumhuriyetê bi sûcê “Alîkarîya ji bo FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) û propagandaya ji bo wê” hatine girtin. Neh rojnameger bi sûcê “endambûna rêxistinên neqanûnî” û propagandayê hatine girtin.
Li girtîgehê 136 rojnameger hene ji bo 84 rojnamegeran lêpirsîn tê amadekirin an jî hêj îdianameyek di heqê wan de nîne.
Ji bo 19 rojnamegeran dadgehan biryar daye, 23 rojnameger têne dadkirin. Di heman dewra 2016ê de 32 rojnameger di girtîgehan de bûn. Ji bo nîvê wan rojnamegeran biryar hatibû dayin, ji bo 5 rojnamegeran biryar dê nû bihatiya dayin. Lêpirsîna 11 rojnamegeran dewam dikir.
Dadgeha Makeqanûnê “sala Rewşa Awarte” nedît
Piştî Hewildana Derbekirinê du endamên dadgeha Makeqanûnê hatin girtin. Di Mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê de Dadgeha Makeqanûnê li ser dozek jî ya azadiya xwe-îfadekirinê biryar neda, ti doz nekir di rojeva xwe de.
22 rojnameger li benda Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ne
Di mehên Nîsan-Gulan-Hezîranê de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo du kesan biryar da. Dadgehê ji ber binpêkirina “mafê xwe-îfadekirinê” Tirkiye mehkûmî hezar û 500 Euroyan kir.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî wek Dadgeha Makeqanûnê şeş meh in ku ti dozên girtina keyfane, mûameleya xerab, tecrîda giran nekirine di rojevê de. Pênç mehan piştî serlêdana rojnamegeran dadgehê biryar da li hin dozan di rêzên pêşiyê de binêre. Paşê dadgehê xwest Tirkiye ji bo girtiyên Doza Cumhuriyetê heta 2yê Çiriya Paşiyê û ji bo heft rojnamegerên Ahmet Altan, Mehmet Altan, Nazli Ilicak û Murat aksoy jî tê de ne heta 4ê Çiriya Pêşiyê biryarê bide.
Rojnamegerên li Sîlîvrî û Bakirkoyê di tecrîda giran de dimînin: Ahmet Altan, Mehmet Altan, Şahin Alpay, Nazlı Iıcak, Ali Bulaç, Murat Aksoy, Atilla Taş, Murat Sabuncu, Akın Atalay, Önder Çelik, Turhan Günay, Mustafa Kemal Güngör, Kadri Gürsel, Hakan Karasinir, Musa Kart, Güray Tekin Öz, Bülent Utku, Ahmet Şık, Deniz Yücel, Tunca Öğreten, Mahir Kanaat û Ömer Çelik li benda biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ne.
16 rojnameger hatin desteserkirin
Di Nîsan-Gulan-Hezîrana 2017ê de, 16 rojnameger hatin desteserkirin. 4 ji rojnamegerên desteserkirî ji bo medyaya navneteweyî kar dikirin. Rojnamegerê Fransî Mathias Depardon li Hesenkeyfê hat desteserkirin, piştî 30 sietan ji bo navenda veguhestinê ya li Dîlokê hat şandin.
Di heman dewra par de 33 rojnameger desteserkirî bûn. Polîsan bi ser du organên medyayê de girtibûn. Ya kêm sê nûnerên medyaya navneteweyî hatibûn dersînorkirin. di hemîya sala 2016ê de 201 rojnameger hatin desteserkirin.
Êrîşên li rojnamegeran zêde bûn
Di Nîsan-Gulan-Hezîrana 2017ê de ya kêm êrîşa fizîkî li 5 rojnamegeran hat kirin, êrîşa bi gotinan li du rojnamegeran hat kirin. Kanal Dyê Îffan Degîrmencî ji karî avêt, hin kesan gulle li mala wî reşand. Alî Bayramoglû dest ji karê xwe yê li rojnameya Yenîşafakê berda. Di roja hilbijartinê de êrîş li wî hat kirin.
Di heman dewra par de êrîş li 26 rojnamegeran hatibû kirin, êrîş li rêxistineka rojnamêegeran hatibû kirin. Di wê dewrê de êrîş li şeş organên medyayê hatibû kirin û rojnamegerekê ji Sûriyeyê hatibû kuştin. Di sala 2016ê de, tehdîd li 118 rojnamegeran û pênc organên medyayê hat kirin.
Rîska TCK/TMKyê
Di Nîsan-Gulan-Hezîrana 2017ê de, 301 rojnamegeran bi sûcên “endambûna rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê”, “heqareta li serokkomarî”, “sivikkirina saziyên dewletê”, hatin dadkirin. Ji bo rojnamegeran 142 mûebeta zehmetkirî, 5 mûebed û 4259 sal û 10 meh cezayê girtinê tê xwestin.
Di van sê mehan de 54 rojnameger û nûnerên medyayê bi sûcê “beşdarbûna li derbekirinê” hatin sûcdarkirin. Du rojnamegeran li ser hev 45 sal cezayê girtinê standin.
Dadgehan ji bo 40 rojnamegeran bi daxwaza 306 sal cezayê girtinê doz vekirin. Sûcê ji bo hat hat nîşandan “[di nûçeyan de] cihdana daxuyaniyên rêxistinan” bû. Çar rojnamegeran ji wan dozan beraet kirin, 5 rojnamegeran li ser hev 10 sal û sê meh ceza standin.(2 sal û 6 meh cezayê girtinê hat paşdedan.)
167 rojnameger bi sûcên “birêvebiriya rêxistinan”, “endambûna rêxistinê”,”digel ne endambûna rêxistinê li ser navê wê sûckirin”,”alîkariya rêxistinê” têne dadkirin. 3 hezar û 798 sal cezayê girtinê ji bo wan tê xwestin. 13 ji van rojnamegeran beraet kir. Du rojnaemgeran li ser hev 12 sal û 6 mehan cezayê girtinê stand.
11 rojnameger bi sûcê “ sivikkirina hêzên ewlehiyê yên Tirkan” hatin sûcdarkirin. Ji bo çar rojnamegeran 2 sal û 2 meh cezayê girtinê hat dayin. Sê rojnameger hê jî bi sûcên “pesindana sûcdaran” û “teşwîqkirina ji bo sûcan” têne dadkirin. Ji bo wan 30 sal cezayê girtinê tê xwestin. Ji bo rojnamegerekê bi sûcê “heqareta li bîranîna Atatûrkî” 4 sal û şeş meh cezayê girtinê tê xwestin.
Heqaret
Di Nîsan-Gulan-Hezîrana 2017ê de, ji ber heqaretkirinê doz li du rojnamegeran hatiye vekirin, ji bo wan 9 sal û çar meh cezayê girtinê tê xwestin.
Di heman dewra par de rojnamegeran salek, 5 meh û 15 roj cezayê girtinê standin. Rojnamegerekê beraet kir, rojnamegerek jî bi efûyê serbest bû. Doza ji bo heft rojnamegeran hê jî dewam dike.
Di hemîya sala 2016ê de, 22 rojnameger û birêvebirê malperekê bi sûcê “heqaretkirinê” 8 sal û du roj cezayê girtinê 99 hezar û 670 Lîreyên Tirkan ceza xwarin. Çar rojnamegeran beraet kir. Doza li ser du rojnmaegeran bi Efûya Bişert betal bû.
Bersûcên heqareta li Erdoganî
Di Nîsan-Gulan-Hezîrana 2017ê de, 18 rojnameger bi maddeya 299ê ya TCKyê bi sûcê heqareta li serokkomarî hatin dadkirin. Ji bo bersûcan 90 sal cezayê girtinê hat xwestin. Neh rojnamegeran li ser hev çar sal 5 meh û 10 roj cezayê girtinê, 84 hezar Lîre jî cezayê pereyî stand.
Birêvebirên rojnameya BîrGûnê, Îbrahîm Aydin û Berkant Gûltekîn bi şertê kontrola edlî hatin serbestberdan.
Di vê dewrê de ti kes nehatin beraetkirin. Kazim Kizil û Ozan Kaplanoglû hatin girtin. Doz li heft rojnamegeran hatiye vekirin, digel wan rojnamegeran doza hin rojnamegeran a berê hatî vekirin didome. Ji bo van rojnmaegeran li ser hev 42 sal û mehek cezayê girtinê tê xwestin.
Ji dema hilbijartina serokkomarî(Tebaxa 2014ê) heta 31ê Adara 2017ê 35 kesan bi qanûna TCK/299 ceza xwar. 19 ji wan kesên ceza xwarîn rojnameger bûn. Ji wan kesan li ser hev 35 sal û 12 roj cezayê girtinê(15 sal mehek û 20 roj hatin paşdedan) û 62 hezar û 500 Lîre cezayê pereyî hat dayin.
Sansûr, qedexe û Wikipedia
Di Nîsan-Gulan-Hezîrana 2017ê de, ya kêm 6 malper, 47 nûçe û nivîs, 3 peyamên li Twîtterê hatin sansûrkirin. Ya kêm carekê cidaxwazî ji bo dayina akredîtasyonê hat kirin. Peseporta 46 xebatkarên medyayê hat betalkirin. Ansîklopedîya herî navdar a li ser înternetê du meh in ku li Tirkiyeyê hatiye qedexekirin.
Bêcezahiştin
Tirkiyeyê hê jî ji bo dozên salên 90ê yên Mûsa Anter, Ûgûr Mûmcû, Ahmet Taner Kişlali cezayî bi temamî bide. Doza kuştina Hirant Dînkî 10 sal in ku didome. Doz ji “Rêxistina Terorî ya Ergenekonê” ji bo “Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir” hat hewalekirin. di 6 û 8ê Îlona 2015ê de êrîş li rojnameya Hûrrîyetê hat kirin. 26 kes ji bo wê êrîşê hê jî têne dadkirin. Di şeva Hewildana Derbekirinê de êrîş li Dogan Medya Centerê hat kirin û di êrîşê de kesek mir. Ji ber vê bûyerê doz li 19 kesan hat vekirin. 5 kesên doz lê hatîn vekirin leşkerên pilebilind in. Sê leşker di girtîgehê de ne.
Li Midyadê ji 10ê zêdetir rojnameger rastî êrîşê hatin. Dadgehê piştî deh mehan ji TIBa edlî rapor xwest. Polîs bêyî destûr çûn di odeya otelekê ya Seray Şahînera rojnameger tê de bû û ew desteser kir. Piştî vê bûyerê Şahînerê doz vekir.
Ji bo van sêmehan tişteka erênî heye ku dadgehê du kesên çelenka reş danîn ber deriyê AGOSê û dijûn kirîn ceza kir. Kesekê ji kuştina rojnamegerê ji Sûriyeyê Naji El Jerf berpirs bû cezayekê zêde stand.
Çar xebatkar ji karî hat avêtin, ji karî derketin
Di Nîsan-Gulan-Hezîrana 2017ê de, çar rojnameger ji karî hatin avêtin. Du rojnamegerên ji karî hatîn avêtin li medyaya nêzîkî hikûmetê kar dikirin. Bernameya rojnamegerêkî/ê pêşkêş dikir hat sekinandin ji ber wê ew mecbûr ma dest ji karê xwe berde. Kovara qerf û henekan Pengûenê û malpera Al Jazeera Turkê weşana xwe sekinand.
RTUK
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan(RTUK) di Nîsan-Gulan-Hezîrana 2017ê de, ji ber bername, fîlm û nûçeyan 30 caran cezayê pereyî da. 11 caran saziyên medyayê hişyar kirin. Lijneyê 6 milyon û 840 hezar û 052 Lîre ceza daye radyo û televizyonan.
*Rewşa girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê hem li medyaya navxweyî hem jî medyaya navneteweyî ji bo civakê bi awayekê ne wek rastiya wê têne nîşandan. Hin rêxistinên medyayê lê dinêrin ka ew kesên girtî "rojnameger" in an na, hin rêxistin jî lê dinêrin ka "ew kesên girtîn ji ber karên rojnamegeriyê hatine girtin an na." Carinan jî rêxistin bi heman pîvanan tev digerin jî digihin encamên ji hev cida. Rapora Çavdêriya li Medyayê ya BIAyê rojnamegeran, ew kesên saziyên lê dixebitin ew wek rojnameger dayîn nasîn, bêyî ku tespîtek an jî encameka li ser karên wan ên rojnamegeriyê bike, dinivîse. Herweha rapor baldar e ku ew kesên girtî li gor Qanûna Cezayan a Tirkan ya Têkoşîna li Dijî Terorê têne dadkirin.
(EO/BA/MB)