Ji bo nûçeya Tirkî bitikine
Rojnameger Denîz Yucel û nivîskar-rojnameger Asli Erdogan wê îsal Xelata Azadiya Çapemeniyê û Dahatûya Medyayê ya Weqfa Sparkasse Leipzig Medyayê bistînin ku yek ji xelatiyên azadiya çapemeniyê ya Almanyayê ye.
Li gorî nûçeya Deutsche Welle yê, midûrê Weqfa Sparkasse Leipzig Medyayê Stephan Seegerî daxuyaniyek daye û gotiye, Yucelê li Tirkiyeyê girtî û Erdogana ku hîna dadgehkirina wê ya bêyî ku bê girtin berdewam dike du rojnamegerên wisa ne ku “bi awayekî cidî û gengeşker kar dikin, wadên demokrasî yên Komara Tirkiyê yên demekê cidî girtine û ji ber nûçegîhaniya wan a rexnegirî rastî fişara komarê hatine”.
Destnîşan kir ku daxwazên ji bo “vegera azadiya çapemeniyê û serbestiya rojnamegerên ku bi awayekî kêfî hatine girtin” ji dû Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û hikûmetê venagere.
Rêûresma xelatê wê di 6ê Cotmeha 2017yê de lidar bikeve.(YY/FD)