Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nûnertiya Azadiya Çapemeniyê ya Rêxistina Hevkariyê û Ewlekariyê ya Ewropayê (RHEE) li Wîen paytexta Avûstûryayê konferansek bi ser navê “Di Şertên Bibandor de Azadiya Çapemeniyê” lidar xist ku zêdetirî 200 rojnameger, parazvanê mafan û dîplomat beşdar bûn. Konferans bû sedema lêpirsîna misogeriya dewletên endam ên RHEEyê.
Di konferansa RHEEyê de metirsiyên derbarê hevsengiya azadî ewlekariyê de, “medyaya propagandayê” ya di bin kontrola Rûsyayê de û manîpulakirina medyayê ya ji hêla hêzên otorîter ve hatin rojevê. Di destpêka konferansê de nîqaşên di navbera Rûsyayê û Ûkraynayê û welatên Ewropaya Rojava de derketin.
Konferans li Navenda Konferansê ya Hofbûrgê birêve çû û nûçegîhana şerî Ashwîn Raman, ji rêxistina Article 19yê Barbora Bûkovska, avakarê malpera Snopes.comê Davîd Mikkelson, nûnerê Tirkiyeyê yê RSFyê Erol Onderoglû, serokê beşa medyayê ya Wezareta Berevaniya Ûkraynayê Oksana Gavrîlyûk, Profesorê beşa medyayê yê Zanîngeha Moskowê Elena Sherstoboeva weke axatvan beşdar bûn.
Herwiha ji Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê akademisyen Kerem Altiparmak, rojnameger Banû Guven û Gulsîn Harman û rayedarên Wezareta Berevaniyê jî weke beşdar di konferansê de cî girtin.
Onderoglû: Bi dehan rojnamegerên girtî li bende serbestiyê ne
Nûnerê RSFyê yê Tirkiyeyê û raportorê Çavdêriya Medyayê yê bianetê Erol Onderoglûyî diyar kir ku li Tirkiyiyê dozên derbarê kuştinên rojnamegeran weke ya Hrant Dînkî jî polîtîk in û têkoşîna li hemberî bêcezatiyê ya di van sûcan de tenê bi polîtîkayeke bêalî û daimî dikare encamê bistîne.
Onderoglûyî her wiha diyar kir ku hikûmet di têkoşîna li hemberî hewldana derbeyê de, dema medya dibe mijar, li ser hîmekî şaş dimeşîne û got ku li Tirkiyeyê niha bi dehan rojnamegerên girtî li bende serbestiyê ne. (EO/NV/FD)