Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) piştî biryar girt ku serlêdana nivîskar, karîkaturîst û rêveberên rojnameya Cûmhûriyetê yên 226 roj in girtî ne berê pêşîn binirxîne, duh jî ji bo ku Tirkiye di heman dosyeyê de parastina xwe bike heta 2yê Cotmeha 2017ê dem da.
Dadgehê serlêdana Mûrat Sabûncû, Akin Atalay, Onder Çelîk, Tûrhan Gunay, Mûstafa Kemal Gungor, Kadrî Gursel, Hakan Karasinir, Mûsa Kart, Guray Tekîn Oz û Bulent Ûtkûyî nirxand û daxwaz ji Tirkiyeyê kir ku hinceta girtinê aşkere bike.
Serlêdan li Dadgeha Destûrê tê sekinandin
Hat bibîrxistin ku ji rojnameya Cûmhûriyetê 10 kesên ji Cotmeha 2016ê û vir ve girtî ne li hemberî biryara girtinê serî lê dane, lê ev serlêdan li Dadgeha Destûra Bingehîn tê sekinandin. (EA/FD)
Me ev nûçe ji Cûmhûriyet û T24ê berhev kir.