Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (İRA) balkişand ser rewşa rojnamegerê girtî Nedîm Turfentî û daxwaza azadiya wî kir.
Nedîn Turfent nûçegîhanê Ajanda Nûçeyan a Dîcleyê (DİHA) piştî hat girtin bi 13 mehan wê cara pêşîn derkeve pêşberî dadgehê ku DİHA bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) ya 29ê Cotmehê de hat ragihandin re hatibû girtin.
Bangewaziya piştevaniyê ji bo rojnamegeran
İRAyê beriya daneşîna dozê ya wê di 14ê Hezîranê de li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê lidar bikeve daxuyaniyek belav kir. İRAyê diyar kir ku Turfent li 5 girtîgehan gerandine, niha di odeyeke 4 metrekareyî de tê girtin, tevgerên wî yên sportîf û civakî tên xedexekirin û rojname, kovar û pirtûkan nadin wî.
İRAyê destnîşan kir ku ji bo Turfent 22 sal û nîv cezayê girtîgehê tê xwestin û sûcên derbarê wî de bi îfadeyên “şahidên veşartî” hatine avakirin. İRAyê wiha got, “Em li bendene ku hemû rojnameger ji bo daneşîna hempîşeyê me Nedîm Turfentî hestyar bin û xwedî li karê rojnamegeriyê derkevin. Turfent ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê û ji ber nivîsandina rastiyan hatiye girtin. Nedîm Turfent rojnameger e. Rojnamegerî ne sûc e. Em daxwaza berdana Nedîm Turfentî û hemû rojnamegerên ku girtînge dikin”.
13 meh in girtî ye
Di 12ê Gulana 2016ê de wesiyate ku Nedîm Turfent têde bû, li ketina Wanê hat sekinandin û ew hate desteserkirin. Turfent di 13ê Gulanê de piştî îfadeya xwe ya Dozgeriya Geverê, ji hêla dadgehê ve bi îdiaya ku “endamê rêxistinê” ye hat girtin.
Di vê navberê de li ser hin hesabên medyaya civakî, parvekirinên ku gef li Turfentî dixwarin hatin belavkirin. (EA/FD)