Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rojnamegerê ji Fransayê Mathias Depardon mehek e ku li Dîlokê desteserkirî bû. Biryara dersînorkirinê ji bo wî hat dayin. Ew ê îşev bigihe Parîsê.
Serokê Fransayê Macronî bi Twîtekê eşkere kir ku Depardon dê îşev bigihe Parîsê.
Je suis très heureux de vous annoncer le retour en France dès ce soir de notre compatriote photojournaliste @mathiasdepardon.
— Emmanuel Macron (@EmmanuelMacron) 9 Haziran 2017
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas eşkere kir ku Depardonê rojnameger ji Dîlokê ber bi Parîsê ve bi rê ketiye.
Çi bûbû?
Polîsan rojnamegerê Fransî di 8ê Gulanê de li Êlihê desteser kiribû. Depardonî dê li Hesenkeyfa Êlihê ji bo kovara National Geographicê wêne bigirtiyan.
Ji bo Depardonî di 11ê Gulanê de biryara dersînorkirinê hatibû dayin lê ji wê demê ve li Dîlokê li Navenda Dersînorkirinê girtîbû.
Ji ber wêneyên di hesabê Instagrama Depardonî de ew bi “propagandaya ji bo rêxistinê” hat sûcdarkirin.
Depardonê 37 salî 5 sal in ku li Tirkiyeyê dixebitî.(AS/MB)