Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Derhênerê Weşanê yê cumhuriyet.com.tr yê Ogûz Guven hat girtin ku di 12ê Gulanê de hatibû desteserkirin.
Ji ber nûçeyeke derbarê mirina Mûstafa Alper Serdozgerê Komarî yê Denîzliyê lêpirsîna Ogûz Guvenî hatibû vekirin ku Serdozger di encama qezaya trafîkê de miribû. Guven bi kirina “propagandeya rêxistina terorê (FETO)” û “heqareta li bîranîna kesayetî” tê sûcdarkirin.
Guven di saetên sibê yên 12ê Gulanê de ji mala xwe hat desteserkirin û Serdozgeriyê ji bo wî biryar girt ku 7 rojan desteserkirî bimîne.
Guven duh şandin edliyeyê. Ogûz Guven îfade da dozger Celal Saridere û ji hêla 2yemîn Daweriya Ceza ya Sulhê ve hat girtin.(EA/FD)