3yê GULANÊ ROJA AZADIYA ÇAPEMENIYÊ
Rêxistina Efûyê: #RojnamegerîNeSûce
Rêxistina Efûyê ya Navdewletî di 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê de, bi motto ya #RojnamegerîNeSûce azadiya rojnamegerên li Tirkiyê di girtîgehê de ne xwest.
![Rêxistina Efûyê: #RojnamegerîNeSûce](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/186/146/original/re.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rêxistina Efûyê ya Navdewletî di 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê de, bi gelek çalakiyan azadiya rojnamegerên li Tirkiyê û cîhanê xwest.
Di çarçoveya çalakiyên bi mottoya #RojnamegerîNeSûce tweetên rojnamegerên girtî li billboardên navçeya Şîşliyê ya Stenbolê hatin daliqandin ku beriya bên desteserkirin nivîsandibûn.
Herwiha li Serkonsolosiya Tirkiyê li Laheyê jî mottoya kampanyayê hat bicî kirin û daxwaza azadiya rojnamegeran hat kirin.
(AS/FD)
nûçeyên pêwendîdar
nûçeyên pêwendîdar