Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nêrîna derbarê azadiya çapemeniyê ya Komisyona Demokrasiya bi rê ya Hiqûqê ya Ewropayê (Komisyona Venedîkê) di 3ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê de ji hêla Platforma Hevbeş a Mafên Mirovan (İHOP) ve ji bo Tirkî hat wergerandin.
Komisyonê diyar kir ku ji bo nirxandina derbarê saziyên çapemeniyê yên hatine girtin de divê dem neyê windakirin û destnîşan kir ku, “bêyî ihtimala kontrola dadê bi hev re girtina saziyên medyayê, ji hêla hiqûqa mafên mirovan a navdewletî ve nayê qebûlkirin”.
Belavoka bi navê “Nêrîna Derbarê Tedbîrên ji bo Azadiya Medya ya bi Biryarnameyên di Huqmê Yaseyan (KHK) ên di demên dawî de hatine derxistin de hatine girtin” di 110emîn Civîna Giştî ya Komisyona Venedîkê de hatibû qebûlkirin û di 13ê Adarê de hatibû weşandin ku civîn di 10-11 Adarê de çêbibû. (AS/FD)