Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Piştî hewildana derbekirinê Rewşa Awarte hat îlankirin. Di dema Rewşa Awate de mafên mirovan, mafên rojnamegeriyê, mafên bingehîn hatin binpêkirin. Ji ber vê yekê têkiliyên bi Yekîtîya Ewropayê re xerab bûn.
Ji bo mezinkirina wêneyî bitikîne. |
Nûçegihanê Dîe Weltê, Denîz Yûcel û bi dehan rojnameger hatin girtin û li girtîgehan di tecrîdê de hatin hiştin ji ber wê têkiliyên bi Almanyayê re xerab bûn. Dadgeha Qanûna Bingehîn serîlêdana nêzîkî bîst rojnamegeran bi ser guhê xwe re avêt. Hin ji wan rojnamegeran Şahin Alpay, Nazlı Ilıcak, Murat Aksoy, Atilla Taş, Kadri Gürsel, Murat Sabuncu, Musa Kart, Turhan Günay bûn. wan rojnamegeran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da û dadgehê ev mijar wek “mijarên divê di rêza pêşiyê de bêne dîtin” binav kir.
Pêvajoya reformên ji bo Yekîtîya Eropayê 15 salan dewam kir. Di vê pêvajoyê de desthilatê rasterst mûdaxeleyî dadkirinan kir. Piştî îlankirina Rewşa Awarte dadkirin ji bo Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de hat teslîmkirin. Sekreterê Komîsyona Ewropayê, Nîls Mûzînîeksî Hişyarîya Sîyasî(Nota) da Tirkiyeyê. Piştî hingê li Komîsyona Venedîkê pisporên Konseya Ewropayê rexneyên dijwar li Tirkiyeyê kirin.
Bi îlankirina Rewşa Awarte “Tirkiye bû mezintirîn girtîgeha li dinyayê.” Tirkiye ji bo sansûrkirina înternetê yek ji welatên sereke ye. Di Tebaxa 2014ê de piştî ku Recep Tayyîp Erdogan wek serokkomar hat hilbijartin, qanûna “heqareta li serokkomaran” ya bi navê TCK/299 ket di rewacê de. Heta 31ê Adara 2017ê, ji ber wê qanûnê 35 kesên 19 ji wan rojnameger in 35 sal û 12 roj (cezayê 15 sal, mehek û 20 roj hat bipaşdedan) û 62 hezar û 500 Lîreyên Tirkan ceza xwarin.
Di Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê de, mafên rojnamegeran ên di mehên Kanûna Paşiyê, Sibat û Adarê de hatîn binpêkirin hatine raporkirin. Desthilatê ji bo organên medyayê balansa xwe biguhere ew teşwîq kirine. Bi awayekê sembolîk ji bo “Ozgûr Gûndemê” 41 rojnamegeran çalakiyeka hevgiriyê pêk anî. Dadgehan ji bo 13 rojnamegeran bi Qanûna Têkoşîna li dijî Terorî 11 sal û 10 meh cezayê girtinê û 50 hezar cezayê pereyî da rojnamegeran, dema cezayê hat paşdedan.
Sernivîsên çavdêriya li medyayê
Sernivîsên Rapora Çavdêriya li Medyayê ev in: “rojnamegerên hatîn kuştin, rojnamegerên di girtîgehan de, êrîş tehdîd û astengkirin, lêpirsîn, biryara dadgehan û dozên dewam dikin, Qanûna Bingehîn, RTUK, DMME. Di sê mehan de rojnameger hatin dadkirin. Rojnameger û xebatkarên belavkirina rojnameyan bi sûcên “endambûna rêxistina çekdar”,”alîkarîdayina rêxistinan”, “avakirina rêxistinan, sewq û îdarekirina wan.”
Rojnamegerên girtî: Piraniya wan ji medyaya cimaetê ye
Di 1ê Nîsanê de 118 rojnameger di girtîgehan de bûn. 65 rojnamegerên di girtîgehan de ji medyaya cimaetê bûn, 33 ji wan ji medyaya cimaetê bûn. 11 nivîskar, birêvebir û nûçegihanên rojnameya Cumhuriyetê jî bi sûcên “endambûna PKK/FTOyê, alîkarîdana van rêxistinan û propagandakirina ji bo wan.” Ev kes bi sûcê “têkiliya digel rêxistinan” di girtîgehan de ne. Heşt rojnameger bi sûcê endambûna hin rêxistinên îlegal di girtîgehan de(MLKP, DHKP-C, TKEP/L, Direniş Hareketi/Tevgera Berxwedanê) yek ji rojnamegeran bi sûcê endambûna sê rêxistinan di girtîgehê de ye(Rêxistina Mêrsînê ya Ergenekonê, Rêxistina Yekîtîya Tolhildana Tirkan û Rêxistina Navxweyî).
Ji 118 rojnamegeran, dadgehan biryara girtina 16 ji wan daye, 18 rojnameger hê jî têne dadkirin. Lêpirsîn li ser 84 rojnamegeran hene. Di heman dewra sala 2016ê de 28 rojnameger di girtîgehan de bûn. 18 ji wan rojnamegeran ji medyaya kurdan bûn.
Polîsan 38 rojnameger desteser kirin
Di mehên Kanûna Paşiyê-Sibat-Adarê de 22 rojnameger bi lêpirsîna FETOyê, 3 rojnamegerên ji organên hatîn girtin ên kurdan re kar dikirin û rojnamegerekê/a ji medyaya navneteweyî re kar dikir hatine desteserkirin. Rojnamegerê Almanî Hinrich Schultzeyî li Amedê dema nûçeya haziriyên ji bo Newrozê amade dikir polîsan ew desteser kir. Sebeba desteserkirinan piraniya caran wek “têkiliya digel rêxistinên terorî re hatine nîşandan.
Di heman dewra par de, 49 rojnameger û xebatkarên medyayê hatibûn desteserkirin. Rojnamegerek bi zorê ji bo îfadeyê bide hatibû birin. Polîsan bi ser rojnameyeka herêmî de girtibû. PKKyê sê rojnameger revandibûn û paşê serbest berdabûn. Di hemîya sala 2016ê de polîsan 201 rojnameger desteser kiribûn.
Êrîşa li heft rojnamegeran û weşanxaneyekê
Di mehên Kanûna Paşiyê-Sibat-Adarê de ya kêm êrîş li heft rojnamegeran û weşanxaneyekê hatine kirin. Bi gotinan êrîş li du rojnamegeran jî hat kirin. Piştevanên desthilatê çar organên meyayê tehdît kirin.
Di heman dewra par de rojnamegerek di teqîna Enqereyê de miribû, êrîş li 15 rojnamegeran û 2 wesayitên medyayê hatine kirin. Şeş rojnameger, karîkatûrîstek û sê organên medyayê hatibûn tehdîtkirin.
Di sala 2016ê de êrîş li 56 rojnamegeran hatiye kirin ku wan li herêmên pevçûn lê heyîn kar kirine. Êrîş li şeş organên medyayê hatine kirin. Rojnamegerekê ji Sûriyeyê hat kuştin. Par 118 rojnameger û pênc organên medyayê hatibûn tehdîtkirin.
Referandûm û zêdebûna sansûrê
Di mehên Kanûna Paşiyê-Sibat-Adarê de ya kêm sê caran bi temamî an jî ji bo demekê weşan hat qedexekirin. Sê malper hatin sansûrkirin. Belavkirina sê rojname, kitêbek û fîlmekê hat astengkirin. Qerteka çapemeniyê û peseport hat qedexekirin. Nûnerê medyayeka navneteweyî hat dersînorkirin.
Li Bolûyê Îsmaîl Saymazî dê li ser kuştina karkeran biaxiftiya lê destûr nehat dayin. Haber Tuekê pêşiyê Yûsûf Hacaloglûyê MHPyî da ku li ser kampanyaya NAyê biaxive hat vexwendin paşê biryar hat guhertin. Nivîskarê Orhan Pamûk ji ber ku di hevpeyvînekê de diyar kiribû ku ew ê di referandûmê de piştgiriya NAyê bike Hurriyetê hevpeyvîn belav nekir.
Di heman dewra par de, 15 malper, 8 organên medyayê,(6 rojname, TVyek û kovarek) 312 lînkên nûçeyan, 200 hesabên Twîtterê, 33 parvekirinên YouTubeyê, 79 lînkên Instagramê, sê kitêb û panelek hat sansûrkirin.
Di sala 2016ê de piştî Hewildana Derbekirinê Rewşa Awarte hat îlankirin. Bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de, nûnerên medyayaê hatin girtin. Organên wan lê kar dikir hatin girtin û dawiya dewleta hiqûqê hat.
Di sala 2016ê de; 778 qertên rojnamegeriyê hatin betalkirin, dewletê dest danî ser malên 54 rojnamegeran, 29 caran weşan hatin qedexekirin, bi biryarnameyan 179 organên medyayê hatine girtin, peseporta 46 rojnamegeran hat betalkirin, 3 caran cidakarî ji bo dayina akredîtasyonê hatiye kirin.
300 hesabên Twîtterê, 33 hesabên YouTubeyê, 79 lînkên Instagramê, 323 nûçe, 76 malper hatine sansûrkirin.
Di kuştina rojnamegeran de bêcezayî
Doza derbarê kuştina rojnameger û rewşenbîr Mûsa Anter ê ku 25 sal berê li Amedê, ya derbarê Hrant Dînk ê ku 10 sal berê li Stenbolê û Cîhan Hayirsevenler ê ku 7 sal berê li Bandirmayê hatin kuştin de hîna jî berdewam dikin.
Doza Umutê ya ku ji ber kuştina Ugur Mumcu, Bahriye Uçok, Muammer Aksoy û Ahmet Taner Kişlali yên di salên 1990î de hatibûn kuştin vebibû, piştî biryara Dadgeha Bilind, li 11emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê wê ji bo hikumxwar Hasan Kiliç, Mehmet Şahin, Yusuf Karakuş, Recep Aydin û Mehmet Ali Tekin dîsa lidar bikeve.
Ji bo 220 rojnamegeran doza TMKê û “rêxistinê”
Di mehên Rêbendan-Sibat-Adara 2017an de 71 rojnameger, di çarçoveya Yaseya Têkoşîna Dijterorê (TMK) de hatin dadgehkirin û ji bo hemû kesan 532 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat xwestin; 19 ji wan 32 sal û 6 meh û 27 roj cezayê girtîgehê (herî kêm 11 sal û 10 mehên vî cezayî hat bipaşxistin) stand. Doza 4 rojnamegeran ji ber derbasbûna demê ji holê rabû, du kesan beraat kir.
Ji 41 rojnamegerên ku beşdarî piştgiriya çalakiya piştevaniya “Ozgur Gundemê” bûne, ji bo 13 rojnamegeran, bi hinceta “propagandeya rêxistinê” û bi hinceta “Çapkirina belavokên rêxistinê” yan jî tenê ji bo yek ji van hincetan, 11 sal û 10 meh cezayê girtîgehê û 50 hezar TL cezayê pare yên bipaşxistî hat dayin.
129 rojnameger ji ber “rêveberiya rêxistinê, endamtiya rêxistinê” yan jî ji ber “alîkariya rêxistinê” bi 2 hezar û 47 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatin dadgehkirin. Ji bo 38 rojnamegeran doz nû hatibûn vekirin. Dozên KCK Çapemenî û Oda TVyê di asta biryardayinê de ne. 8 rojnameger bi îdiaya “xirakirina hevgirtina welêt û dewletê”, “sîxurî” yan jî “peydakirin, herifandin an jî weşandina dokumanên derbarê ewlekariya dewletê de” 3 caran bi cezayê muebeta giran û bi 260 sal cezayê girtîgehê hatin dadgehkirin.
Heft rojnameger ji ber “pesindayina sûc û sûcdariyê”, du heb ji ber “biçûkxistina gelê Tirk”, yek ji ber “biçûkxistina nirxên olî”, yek ji ber “binpêkirina qedexeya weşanê”, yek ji ber “sivikatiya li hemberî bîranîna Ataturkî”, bi tevahî bi 31 salan hatin dadgehkirin. Ji van rojnamegeran 2 rojnameger, ji ber “pesindayina sûc û sûcdariyê” beraat kirin.
Di hemû sûcdarkirinan de, tevahiya cezayên ku ji bo 220 bersûcan tên xwestin 3 cezayê muebetê yê girtîgehê û 2 hezar û 871 sal cezayê girtîgehê ye. Dozên heqaretê ne di nava van hejmaran de ne.
Heqaret: ji bo 5 nûçegîhanan cezayê pareyê
Di mehên Rêbendan-Sibat-Adara 2017an de, di dozên ceza yên ji ber sûcdariya heqaretê hatine vekirin de, 5 rojnameger bi 43 hezar û 840 TL cezayê pareyî hatin mehkûmkirin.
Di heman demên sala derbasbûyî de 3 rojnameger bi giştî bi 10 meh cezayê girtîgehê û bi 7 hezar û 610 TL cezayê pare yê bipaşxistin hatin mehkûmkirin. 3 rojnamegeran beraat kir, dozên ceza yên ji bo 7 rojnamegeran hatibû vekirin berdewam dikir; ji bo 2 rojnamegeran dozên ceza yên nû hatibûn vekirin. Herwiha bi îdiaya êrîşkirina ser mafên kesayetiyê, 2 rojnameger bi tevahî bi 14 hezar TL dayina cezayê tazmînatê hatibûn mehkûmkirin. 3 rojnameger jî bi tevahî, bi dayina cezayê milyonek û 155 hezar TLyî dihatin dadgehkirin, ji bo 3 rojnamegeran dozên tezmînatê yên 40 hezar TLyî dozên nû hatibûn vekirin.
Di tevahiya sala 2016an de, bi sûcdarkirina “heqaretê” ji bo 22 rojnamegeran û rayedarekî malperekê 8 sal û 2 roj cezayê girtîgehê û 99 hezar û 670 TL cezayê pare hatibû dayin. 5 rojnameger bi tevahî bi dayîna 28 hezar TL cezayê tazmînata manewî hatibûn mehkûmkirin. 4 rojnameger ji van sûcdarkirinan beraat kiribûn, sûcdarkirinên derbarê 2 rojnamegeran de bi Efûya Bişert ji holê rabibû.
24 kes mexdûr û bersûcên Erdogan in
Benda 299ê ya Yaseya Ceza ya Tirkan (TCK) ya bi sernavê “heqareta li hemberî Serokomariyê” ku di Tebaxa 20014an de dema Erdogan bû Serokomar û ji bo rexne û
Benda 299ê ya TCKyê ya bi sernavê “Heqareta li hemberî Serokomar” ku di Tebaxa 2014an de dema Erdogan bû Serokomar ji bo rexne û istisnayên li hemberî Erdogan ket meriyetê, ji vê dîrokê heta 31ê Adara 2017an bû bingeh ku 19 jê rojnameger 35 kes, bi giştî 35 sal û 12 roj cezayê girtîgehê (15 sal mehek û 20 rojên wê hat bipaşxistin) û 62 hezar û 500 TL cezayê pare bistînin.
Tenê di mehên Rêbendan-Sibat-Adarê de, 2 jê rojnameger 10 kes ji Benda 299ê ya TCKê bi tevahî 8 sal û 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê û 20 hezar û 500 TL cezayê pare wergirtin. 3 jê rojnameger ji bo 5 kesan ji TCK 299ê dozên nû hatin vekirin. 3 rojnameger 4 kesan beraat kir, doza rojnamegerekî ji ber dem derbas bû ji holê rabû. Dozên çar kesan berdewam dikin. Di vê rewşê de, 24 kes di vê demê de ji ber Benda 299ê ya TCKê bûne mexdûr û bersûcên Erdogan.
Li gorî rapora ku Prof. Dr. Yaman Akdeniz û Alk. Doç. Dr. Kerem Altıparmak a ji bo Platforma Hevbeş a Mafên Mirovan (İHOP) amade kirine, di 6 salên dawî de ji ber “heqareta li hemberî Serokomar” li 2 hezar û 673 kesan doz hatine vekirin. Tenê 280 kesan di van dozan de beraat kiriye.
Dadgeha Bilind û 18 rojnameger
Dadgeha Bilind a ku piştî hewldana derbeyê du endamên wê hatin girtin û ya ku bi biryara xwe ya herî dawî Benda 299ê ya TCKê ya derbarê “heqareta Serokomar” de rewa kir, di mehên Rêbendan-Sibat-Adara 2017an de derbarê azadiya xweîfadekirinê de tenê biryarek xist rojeva xwe: Dadgeha Bilind a ji bo derhênerê weşanê yê malpera Borsa Gundemê Orhan Pala biryar girt ku azadiya wî ya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin û ji bo wê jî biryar girt ku 2 hezar TL pare weke tazmînat bidin wî, serlêdanên 18 rojnamegeran ên li girtîgehan bi mehan e di bin tecrida giran de ne jinedîtî ve hat.
Dadgeha Bilind, di heman dema sala borî de di serlêdana şexsî ya du rojnamegeran de, tespît kiribû ku azadiya ragihandinê û xweîfadekirinê hatiye binpêkirin û ji bo lêçûnên dadgehê biryar girtibû ku 2 hezar û 27 TL were dayin. Lê dadgehê serlêdanên girtiyekî û hiqûqnasekî qebûl nekiribû.
Dadgeha Bilind di tevahiya 2016an de di serlêdanên “şexsî” yên du rojnameger, mamosteyek û karkerekî de biryar girtibû ku dewlet 4 hezar û 223 TL cezayê pare bide.
Di DMMEyê de pêşanî ji bo rojnamegeran e
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), ji bo 20 serlêderên ji ber daxwaznameyên perwerdeya kurdî hatin desteserkirin û hatin darizandin, ji ber “binpêkirina azadiya xweîfadekirinê” biryar girt ku Tirkiye bi giştî 199 hezar û 500 avro (nêzîkî 758 hezar û 100 TL) cezayê pare bide.
Dozyeya 16 rojnamegerên girtî ya ku Dadgeha Bilind bi mehane kar li ser nake, ji bo DMMEyê hat şandin. Dadgeha ku li Strasbourgê, ji bo Ahmet Altan, Mehmet Altan, Şahin Alpay, Nazlı Ilıcak, Murat Aksoy û Atilla Taş biryara “lêkolîna pêşanî” stand.
Di heman dema sala borî de, DMMEyê biryar girt ku di doza 6 jê rojnameger 7 kesan vekiribû de Tirkiyê azadiya xweîfadekirinê binpê kiriye û 19 hezar 090 avro (nêzîkî 61 hezar û 088 TL) cezayê pare li Tirkiyê birî.
Di tevahiya 2016an de DMMEyê biryar dabû ku Tirkiye, ji bo 11 kesên ku 7 rojnameger di nava wan de ne, bi giştî 27 hezar û 590 avro (nêzîkî 91 hezar û 438 TL) cezayê pare bide. Ji bo rojnamegerekî jî ji ber “girtina neheq” 2 hezar avro (nêzîkî 4 hezar TL) pare hatibû dayin.
RTUK: Weşan kemxistî û li dijî nirxên manewî ne
RTUKê, di mehên Rêbendan-Sibat-Adara 2017an de ji ber weşanên nûçe, film û programan, 24 caran cezayê pare da saziyên Tvyan û carekî jî cezayê pare da saziyekê radyoyan. Saziyê ji bo radyo û Tvyan bi giştî 5.101.328 TL cezayê pare yê îdarê birî. Di vê demê de cezayên herî giran ji ber “weşanên kêmxistî” û “li hemberî nirxên manewî û milî” hatin dayin.
Sedema bêkariyê “Na”ye
Di mehên Rêbendan-Sibat-Adara 2017an de 6 rojnameger û xebatkarekî medyayê ji kar hatin derxistin, neçar hatin hiştin ku ji kar derkevin. Rojnamegerek jî ji ber ku programa wî hat betalkirin, neçar ma ku dest ji wezîfeya xwe berde. Pêşkêşvanê nûçeyan ê Kanal D yê İrfan Degirmenci ku li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiribû ku wê di referandûmê de dengê “Na”yê bikar bîne, bi hinceta ku “ne bêteref e” ji kar hat derxistin. Nivîskarê rojnameya Postayê Hakan Çelenk jî, ji ber ku di CNN Turkê de guhertina destûra bingehîn rexne kir, ji kar hat derxistin.
Di heman dema sala borî de 174 rojnameger, nivîskarek û xebatkarekî medyayê ji kar hatibû derxistin, yan jî neçar mabû ku ji kar derkeve. Programên 9 rojnamegeran hatibû bidawî kirin, destûra kar nedabûn du nûnerên medyaya navdewletî.
Di tevahiya sala borî de, 2 hezar û 708 rojnameger û xebatkarên medyayê ji kar hatibûn derxistin yan jî neçar mabûn ji kar bên derxistin. Lê Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyê (TGC), aşkere kiribû ku bi KHKyan 179 saziyên medya û weşanê hatine girtin û hejmara kesên ku bêkar mane gihiştiye 10 hezaran.(EO/BA/FD/MB)