Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Polîsan bi tometa “hewildana ji bo nemeşrûdîtina encamên referandûmê” edîtorê sendika.orgê, Alî Ergîn desteser kir.
Polîsan siet 05.45ê sibeyê bi ser ofîsa sendika.orgê de girt û dest danî ser kompîter û telefona wî.
Demîrhanî li ser Twîtterê da zanîn ku ew hatiye desteserkirin.
Demîrhan li Emniyeta Atişalaniyê ya Esenlera Stenbolê ye.
Sendika.org
Malperek e ku ji sala 2001ê ve weşanê dike. Di sala 2015ê de hat girtin û sebeba vê yekê nehat eşkerekirin. Malperê weşana xwe li ser navê sendika1.org dom kir û her cara hatî girtin reqem guhert. Niho malpera sendika31.org hat girtin û dê weşana xwe li ser sendika32.orgê bidomîne. (EKN/MB)