Desthilatdariya AKPê zext û operasyonên li dijî medyayê bi taybetî piştî “Protestoyên Gezi Parkiyê” da destpêkirin. Protesto di 31ê Gulana 2013an de li Stenbol-Taksimê destpê kiribû û piştre li her deverê Tirkiyeyê belav bûbû.
Di bûyerên qewimî de 12 kesan canê xwe ji dest dan.
Ji kameramantiyê heta dezgadariyê
Eren Guvendik
Min li IMC TVyê 4 salan kameramantiyê kir. Ji bo AP, Al Arabiyeyê jî bi demkî xebitîm. Herî dawî dema min ji bo Nûçe TVyê kar dikir, kanal ji ber polîtîkayên dewleta Tirk di Cotmeha 2016an de hat girtin û êdî ez bi temamî betal mam. Hukimet ne tenê karê di deste me de, karê ku em dikarin bikin jî, ji deste me sitend. Ez dizanim ku li gelek saziyên medyayê kêmasiya kameramanan hene. Lêbelê nizanim ka gelo talimat dane wan ku, min nagirin ser kar. Di wê dema zor de Mesût Kete karek ji min re peyda kir, lê ew jî qediya.
Mesût Kete hevalê min ê ji zanîngehê ye. Ez herî dawî li binaya Odeya Bazirganên Enqereyê di stanta “Fuara Roja Destgirtiyan” de xebitîm. Min li wir di strantê de berhemên herêmî difirotin. Fuar di 2ê Sibatê de destpê kir û di 14ê Sibatê de qediya. Ez dema ji bo projeya Rojnamegerên Betal Li Du Nûçeyên Xwe Ne dixebitîm, ji aliyek ve din jî, min ligel Mesût Kete salçe, çîrik rîçal û hingivên herêmî difirot.
Min di Îlona 2016an de ligel Mesût dest bi kar kir. Piştî fuar xelas bû, ez dîsa betal mam. Ji berk u mirov êdî neçar in ku hesabê quruşan dikin û bo vê yekê jî taleba ji bo xurekên herêmî jî kêm bû.
Mesût jî wekê min beşa rojnamegeriyê qedandiye, lê wî qet vî karî nekiriye. Dema ez betal bû wî xebatkarek ji xwe re digeriya. Ez ku bi kamerayê li du nûçeyan diçûm têm, di carekî de bûm hingivfîroş. Min di jiyana xwe de cara yekem hewl dida tiştek bifiroşim, lêbelê ji deste min nedihat. Ez rojên ewil gelek aciz dibûm û min nedikarî. Lêbelê heta ez hinkî fêrî kar bûm, Mesût dikana li Kizilayê ji ber ku kar nedikir, girt.
Ez li Enqereyê ji xwe re kar diğerim. Min di sala 2011an de dest bi rojnamegeriyê kiribû. Divê mûcîzeyek bibe.ku ez careke din karê rojnamegeriyê bikim.
59 jê giran, bi temamî 7.959 kes birîndar bûn.
Ji Hezîrana 2013an ku protestoyên Geziyê destpê kiribû ve, heta Îlona 2013an li ser gelek rojnamegeran êriş hatin kirin.
Di wê serdemê de 10 jê rojnamegerên navneteweyî, bi temamî 153 rojnameger hatin derbkirin û bi guleyên plastîk an gaza bîberê birîndar bûn.
Hat astengkirin ku rojnameger nûçeyan nikaribin bişopînin. Dîmen û wêneyên gelek rojnamegeran ji hêla polîsan ve hat jêbirin.
Di wê serdemê de 39 rojnameger hatin binçavkirin û derbarê 3 ji wan de biryara girtinê hat dayîn.
Di protestoyên Gezi Parkiyê de gelek rojnameger ji ber nûçeyên ne ligorî hukumetê belav dikirin û bi awayekî rexnegir karên xwe pêk dianîn, bi hincetên cur be cur, ji kar hatin avêtin.
Derbarê hejmara rojnamegerên ku ji TRT û medyaya serdest de ji kar hatin avêtin de, agahîyek teqez di destê saziyên rojnamegeran de nîn e.
Lêbelê giringiya serdema Geziyê ew e ku ji vir şûnde êdî rojnamegeran kom bi kom ji kar derxistin.
Serokê TGSê derbarê mijarê de nirxandin kir
Serokê Sendîqeya Rojnamegerên Tirkiyeyê Faruk Eren di nirxandina xwe ya derbarê mijarê de Wiha dest bi axavtinê dike:
“Em nizanin ka piştî Geziyê çend rojnameger ji kar hatine avêtin, lêbelê zext û destdanîna ser karên wan bi zêdeyî ji wir şûnde destpê kir.”
“Mînak gelek rojnamegerên li TRTê tenê ji ber twitên parvekirine, ji kar hatin derxistin. Li organên medyaya nêzî hukimetê de jî heman tişt hat kirin.
“Lêbelê êrişên herî mezin a li dijî medyayê, di pevçûna navbera AKP-Cemaeta Gulen de li ser medyaya alîgirê cemaetê hat kirin.
"Li gorî texmîna me piştî ku qayûm li medyaya cemaetê hat wezîfedarkirin, nêzî 2500 xebatkar ji kar hatin avêtin.”
Lêbelê nayê zanîn ka çend rojnameger piştî jikaravêtinê dîsa di medyayê de ji xwe re kar peyda kirine an çend ji wan di sektoreke din de dixebitin.
Lê em dizanin ku rojnamegerên ji ber KHKan betal mane, li ti medyaya sereke de nehatine îstîhdamkirin. Wekê ku Serpil Savumlu dibêje: “Tu Tu terziye 20 salan î. Rojek radibin ji te re dibêjin ku dersî, ta û qumaş hatiye qedexekirin.”
Di encama pevçûnên navbera AKP-Gulen de bilançoya medyayê
Ji ber pay xwestina zêde ya cemaetê navbera hukimet û Gulen de pevçûn destpê kir û ev yek bi operasyona 17-25ê Kanûnê ve xwe da der.
Di Cotmeha 2015an de li ser Koza Holdîngê ku rojnameyên Millet û Bugun aydî wan bû, qayûm hat tayin kirin. Di Adara 2016an de jî rojnameyên Zmani Today’s Zaman, Meydan, kovara Aksiyonê û Ajansa Nûçeyan a Cîhanê ku aydî Feza Holdîngê bû dîsa bi tayînkirina qayûmê ve dest danîn ser.
Di çarçoveya OHALê k udi 20ê Tîrmehê de piştî hewldana derbekirina leşkerî de hatibû îlankirin ve biryarnameyên bi hejmara 668 (27ê Tîrmeha 2016an), bi hejmara 675 (29ê Cotmeha 2016an) û yê bi hejmara 677 (22ê Mijdara 2016an) ve 178 saziyên medyayê hatin girtin. Bi vî awayî medyaya cemaeta Gulen bi temamî hat girtin.
Li gorî agahiyên DISK Basin Işê, 2 hezar û 308 kesên ku sîgorteyên wan li ser saziyên di Weşan û Rojnamegeriyê de dihatin razandin, ji karê xwe bûn. Ew kesana nikarin mehaneya betalbûnê bigirin û her wiha doz jî vebikin, dîsa nikarin pereyê xwe yê di hundire de jî hilînin.
Pêvajoya çareseriyê jî, medyaya Kurdî jî hat girtin
Hukimetê li dijî medyaya Kurdî operasyona berfireh di 24ê Tîrmehê de da destpêkirin. Di 20ê Tîrmeha 2015an de li Pirsûsê êrişa DAIŞê pêk hat û 2 roj şûnde li Serêkaniyê du polîs li mala xwe de hatin kuştin. Rojek piştî vê di rêveberiya Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu de Civîna Ewlehiyê hat kirin û biryar hat dayîn ku li dijî PKKê operasyon were kirin.
Şeva 24ê Tîrmehê Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Ozgur Polîtîka jî tê de, navnîşana 90 sîteyên nûçeyan hatin qedexekirin. Di serdema pevçûnan de zextên li ser medyaya Kurdî her diçû zêdetir dibû. Piştî 15ê Tîrmehê bi KHKya duyem ve (28ê Îlonê) bi hinceta “piştgirî dide li hewldanên hilşandina li dijî dewletê” 23 kanal û radyo hatin girtin.
Li gorî Raporên Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê di sala 2016an de 778 kartên çapemeniyê hatin betalkirin, dest danîn ser mal û milkên 54 rojnamegeran, pasaportên 46 rojnamegeran hatin betalkirin. Her wiha 3 akredîtasyon jî bi awayekî ferqmeyîlî çêbû.
Li gorî raporên BIAyê di 2015an de 348, di 2014an de 339, di 2013an de jî 143 rojnameger, nivîskar û xebatkarên medyayê ji kar hatin avêtin. Ev hejmar di sala 2016an de gihişte 2 hezar û 708an.
Sekreterê Rêxistikirinê ya Sendîqeya Rojnamegerên Tirkiyeyê Mustafa Kuleli li gorî agahiyên TUIKê (Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê) û ÇSGB (Wezareta Sîgorte û Xebatê) li Tirkiyeyê 95 hezar kes weşanxane jî tê de di sektora medyayê de dixebitin. 9 hezar jê betal 24 hezar rojnameger hene. Di nav 15 hezar rojnamegerên dixebitin de, tenê 3 hezar ji wan endamên sendîqeyan e.
Li gorî agahiyên Komeleya Rojnamegerên Hemdem, di sala 2016an de 3 xebatkarên medyayê hatin kuştin, 80 ji wan hatin girtin, 299 ji wan hatin binçavkirin, 32 ji wan jî hatin derbkirin û tehdîtkirin. Di nav heman salê de 7 rojnameger hatin dersînorkirin. 2 hezar û 622 rojnameger ji karê xwe bûn. Li ser 5 saziyên medyayê de êriş hat kirin. 157 saziyên medyayê, 9 weşanxane û şîrket hatin girtin. Polîsan avêtin ser 3 saziyên medyayê. Derbarê 24 bûyeran de weşan hat qedexekirin. 624 karên çapemeniyê û 32 kartên parlementoyê hatin betalkirin.
Li gorî Sendîqeya Rojnamegerên Tirkiyeyê di 19ê Çileya 2017an de li Tirkiyeyê 142 rojnameger di zindanan de ne.
Her çiqas ku derbarê rojnamegerên betal de agahiyên saziyan ji hev cuda bin jî, tê zanîn kul i Tirkiyeyê navbera 9-10 hezar rojnameger betal in.
Li gorî agahiyên TUIKê ya 2015an, li Tirkiyeyê girseya ku piştî qedandina zanîngehê betal dimînin, rojnameger in. Di 2014an de rêjaya kesên betal li Tirkiyeyê 9.9 bû. Di warê rojnamegeriyê de ev rêje, 29.1 e.
Bi vî awayî, di sala 2014an de her çiqas di sektora medyayê de pêwistî bi 24 hezar xebatkaran hebe jî, tenê 17 hezar rojnameger ji xwe re kar peyda kirine û 7 hezar ji wan betal mane.
Li Tirkiyeyê tenê 5 saziyên medyayê bi sendîqeyan re peymana giştî danîne. 5 ji wan bi TGSê re, yek jî bi Medya Işê re peyman danîne. Saziyên ku TGS lê rêxistî ye Bianet, Cumhuriyet, BirGun, Evrensel û Yurt e. Medya-Iş jî li Ajansa Anadoluyê xwe rêxistî kiriye. (İA-EG/NU/HK)
Gazeteciliğe 2000 yılında Bianet’te başladı. Sırasıyla Express, BirGün, Nokta, Yeni Aktüel, Newsweek Türkiye, Birikim, Radikal ve birdirbir.org ile zete.com web sitelerinde muhabirlik, editörlük veya yazarlık...
Gazeteciliğe 2000 yılında Bianet’te başladı. Sırasıyla Express, BirGün, Nokta, Yeni Aktüel, Newsweek Türkiye, Birikim, Radikal ve birdirbir.org ile zete.com web sitelerinde muhabirlik, editörlük veya yazarlık yaptı. Bir süre İMC TV Ankara Temsilciliği’ni yürüttü. "Nazê/Bir Göçüş Öyküsü" ile "Zehir ve Panzehir: Kürt Sorunu" isimli kitapların yazarı. Halen Express, Al Monitor ve Duvar'da yazıyor.
Ankara Üniversitesi, İletişim Fakültesi mezunu. Üniversite son sınıfta İMC TV Ankara büroda gazetecilik mesleğine başladı. 4 sene İMC TV’de kameraman olarak çalıştı. 2015 tarihinden sonra...
Ankara Üniversitesi, İletişim Fakültesi mezunu. Üniversite son sınıfta İMC TV Ankara büroda gazetecilik mesleğine başladı. 4 sene İMC TV’de kameraman olarak çalıştı. 2015 tarihinden sonra İMC TV'den ayrılıp freelance olarak kameramanlık yapmaya başladı. Çeşitli Televizyon kanallarına programlar çekti. Şu anda da serbest kameramanlık görevine devam ediyor.
Nûçegihana Evrenselê Nîsa Sûde Demîrel û nûçegihana ETHAyê Elîf Bayburt ku çalakiyên li Saraçhaneyê û boykotên zanîngehan dişopandin li Stenbolê, rojnameger û wergêr Çigdem Ozturk ji li Ayvalikê hat desteserkirin.
Operasyonên polîsan ên li dijî rojnamegerên ku xwepêşandanan dişopînin didomin. Xwepêşandanan bi desteserkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû di 19ê Adarê de dest pê kiribûn.
Nûçegihana Evrenselê Nîsa Sude Demîrel û nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Elîf Bayburt danê sibehê di serdegirtina malan de hatin desteserkirin.
Ji ekîba 1+1 Expressê rojnameger û wergêr Çîgdem Ozturk duh (27ê Adarê) li navçeya Ayvalikê ya Balikesîrê tevî 6 kesan bi îdiaya ku “Li dijî Qanûna Civîn û Xwepêşandanan derketiye” û “Heqaret li Serokomar kiriye” hat desteserkirin. 1+1 Expressê di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku Ozturk jî di nav de ji bo 7 kesan daxwaza girtinê tê kirin.
Li gorî nûçeyên ETHA û Evrenselê, rojnamegerên ku di malên wan de lêgerîn hatin kirin, birin Rêvebiriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Emniyeta Stenbolê ku li Kolana Vatanê ye.
Berpirsê Weşana Giştî yê Evrenselê Hakki Ozdal di parvekirina xwe ya li ser platforma medyaya civakî ya Xê de wiha got:
"Polîsan danê sibehê hevkara me Nîsa Sûde Demîrel desteser kirin. Bi rojan bû çalakî û boykotên zanîngehan ên ciwanan dişopand û dinivîsand. Nîsa rojnamevaneke ciwan û serketî ye ku ev îtîraza dîrokî ya ciwanan tomar dikir. Em ê Nîsayê şunve bigirin… Em ê Nîsayê şunve bigirin ."
Nûçegihanê fotografan yê AFPê Yasîn Akgul, nûçegihanê nûçegîhanê Ajansa Nowê Alî Onur Tosun, nûçegihanê fotografan Bulent Kiliç, nûçegihan Zeynep Kuray, nûçegihanê fotografan yê ÎBBê Kurtuluş Arı, nûçegihanê fotografan ê Şaredariya Bakirkoyê Gokhan Kam û nûçegihan Hayrî Tunc dema boykotên zanîngehan û çalakiyên li Saraçhaneyê dişopandin di 25 Adarê de bi tohmeta ku “Li dijî Qanûna Civîn û Xwepêşandanan a Hejmar 2911 derketine” hatin girtin. Li ser îtiraza parêzeran di 27ê Adarê de serbest bûn.
Nûçegîhanê Sendika.Orgê Zîşan Gur şeva 25ê Adarê dema ku çalakiya Saraçhaneyê dişopand hatibû desteserkirin. Gurê ku di dema desteserkirinê de pozê wî hatibû şikestin, di 26ê Adarê de bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.
Di 24ê Adarê de polîsan bi ser mala rojnameger Emre Orman de girt ku wî jî li Saraçhaneyê çalakî dişopand. ji ber ku Orman ne li malê bû nehat desteserkirin. Ormanê derbarê wî de biryara zeftkirinê hat dayîn, di 27ê Adarê de çû li emniyetê îfade da û piştre serbest bû.
Ji ber çalakiyên li Îzmîrê jî 3 rojnameger hatin desteserkirin. Nivîskarê BîrGunê Bariş Înce û nûçegihanê fotografan Murat Kocabaş di 24ê Adarê de di serdegirtina malan de hatin desteserkirin, di 27ê Adarê de hatin berdan.
Rojnameger û Endamê Lijneya Rêveberiya Cemiyeta Rojnamegeran a Îzmîrê Yagiz Barut dema çalakiya 25ê Adarê dişopand hat desteserkirin û di 27ê Adarê de serbest bû.
7 rojnamegerên ku ji ber çalakiyên Saraçhaneyê hatibûn girtin, serbest bûn
Di 25ê Adarê de ji ber ku çalakiyên li dijî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû yên li Saraçhaneyê dişopandin, 7 rojnameger hatibûn girtin. Her weha rojnameger serbest bûn.
7 rojnamegerên ji ber ku çalakiyên li dijî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû yên li Saraçhaneyê dişopandin, hatibûn girtin, serbest bûn.
Komeleya Xebatên Hiqûq û Medyayê (MLSA) ragihand ku rojnamegerên bi tohmeta “Li dijî Qanûna Civîn û Xwepêşandanan a Hejmar 2911 derketine” hatibûn girtin, serbest bûn:
Nûçegihanê fotografan yê AFPê Yasîn Akgul,
Nûçegihanê nûçegîhanê Ajansa Nowê Alî Onur Tosun,
Nûçegihanê fotografan Bulent Kiliç,
Nûçegihan Zeynep Kuray,
Nûçegihanê fotografan yê ÎBBê Kurtuluş Arı,
Nûçegihanê fotografan ê Şaredariya Bakirkoyê Gokhan Kam
Nûçegihan Hayrî Tunc
Her weha tê çaverêkirin ku di saetên pêş de rojnameger bên berdan.
Nûçegihanê fotografan Murat Kocabaş û Nivîskarê BîrGunê Bariş Înce (Serokê SOL Partiyê yê Îzmîrê) ku li Îzmîrê hatibûn desteserkirin, danê sibehê birin edliyeyê.
Yagiz Barut jî duh êvarê piştî îfadeya wî ya li emniyetê bêyî ku sewqî dozgeriyê bê kirin hat berdan.