Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Eger roj were û zextên li Tirkiyeyê bi dawî bibe, helbet wê ji bo lêkolînên derbarê vê demê de nûçeyên medyayê berhev bikin. Wê pirtûk werin nivîsandin, belgesel werin çêkirin, bi şahidan re hevpeyvîn werin kirin. Bêguman ji bo lêkolînan çavkaniya sereke, wê bûyerên ku di medyaya nivîskî û dîmenî de hatine weşandin an qet cih negirtin in. Lê qeydên di weşana zindî de serdegirtina polîsan, diruşma “çapemeniya azad bêdeng nabe” rojnamgerên mexdûr di korîdorên dadgehan de berz dikirin, paraznameya rojnamegerên li dadgehê, îdianameyên pêkenok ên derbarê wan de; wê bibe mijarên belgefîlm û lêkolînan.
Hikûmeta AKPê ji sala 2013an bûyerên Geziyê şûnde li hemberî nerazîbûna civakî, polîtîkayên zextên ji dûrê aqilan, sansûr û otosansûr meşandin. Di destpêkê de hewldanên “nîşankirina” patronan pêk hat û ji sala 2016an şûnde bi Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê de ve bi qayûman dest danîn ser saziyên medyayê û bi operasyonan ve bi hezaran kes ji karên xwe bûn.
Hin ji rojnamegerên ku betal mane bi zehmetiyeke mezin karîne li cihên nû ji xwe re kar peyda bikin lê, gelek rojnameger ku niha hejmara wan nediyar e, ji ber zextên desthilatdariya AKPê neçar man û sirgun bûn . Niha zêdetirî 10 hezar rojnameger ji karê xwe bûne û hêjî betal in.
Rojnamegerên betal êdî di sektora medyayê de ji xwe re kar nagerin, hejmareke hindik ji wan jî di sektorên din de ji xwe re dixebitin û bi vî awayî hewl didin ku debara xwe pêk bînin. Lêbelê ew hemû dixwazin ku zextên siyasî bi dawî bibin û vegerin ser karê xwe.
Serpîl Savumlu, 15 sal in rojnamegerîyê dike û niha betal e. Ya rastî heta vê dawiyê dixebitî. Lê belê wê li Bandirmayê dikan vekiribû û herî dawî neçar ma ku wir jî bigire. Niha hewl dide ji xwe re karek peyda bike.
Gokhan Kazbek 27 sal in rojnemagerîyê dike. Niha di karekî din de dixebite: Marangoztî.
Semra Pelek 18 salan rojnamegerî kiriye. Salek beriya Savumlu û Kazbek, dema li Milliyetê dixebitî bi talimata hatiye dayîn ve ji karê xwe hat avêtin. Piştî ku salek betal ma, wê jî di şîrketekeke li ser têkiliyên civakî ji xwe re karek peyda kir.
Denizcan Abay 4 sal in rojnamegerî dike. Ji 4ê Cotmeha 2016an vir ve betal e. Di heman rojê de radyoya ku diya wê lê dixebitî jî bi KHKê hate girtin û diya wê jî betal ma. Bavê wê jî rojnameger e lê, ji ber derbarê wî de ceza hatiye dayîn di sala 2012an de çûye Almanyayê û îltîcayê kiriye. Denizcan Abay dixwaze ji xwe re cafeyek veke.
Îhsan Çagri Boyaci beriya çend sal ewil dest bi rojnamegeriyê kiribû. Heta vê demê li Enqereyê li barê weke garson dixebitî. Lêbelê ji ber ku bi xwediyê kar ve li hev nekirine, ji kar derketiye. Niha hewl dide ji xwe re karek peyda bike.
Ahmet Gulmez jî dikan vekir: Li Amedê dikana cafe-sahafê. Karê wî niha baş diçe.
Kameraman Dedeoglu
Dema bûyerk çêbibe, kameramanên nûçegihan bi qirecirê ve hewl didin ku dîmeneke baş bikşînin. Car caran bo vê yekê din av xwe de şer dikin. Turgut Dedoglu 31 salan rojnamegerî kiriye. Di nav rojnamegerên li Enqereyê de weke “dede” (kalik) tê bi navkirin û rêz lê tê girtin.
Dema bûyer çêdibin, kameraman di nav xwe de qireciran dikin lê ji “dede”re her tim cihê herî baş tê dayîn. Ew di sala 2011an de êdî bûye emekdar, lê belê ji ber ku zarokên wî di zanîngehê de xwendekar in, ew hê jî dixebite.
Ew jî ji Cotmeha 2016an vir ve betal e, û kameramanê qedirbilind di medyayê de nikare ji xwe re ti kar peyda bike.
Serpil Sevumlu: Ji pêşkêşvaniyê heta esnaftiyê
Serpil Savumlu rojnamegera 15 salan e, herî dawî li IMC TVyê xebitiye û xwedî tecrûbeya esnaftiyê ye jî: Li Bandirmayê dikana xurekên ziwa vekiriye. Lê dikanê kar nekiriye. Savumlu di sala 202an deli rojnameya Evrenselê dest bi rojnamegeriyê kiriye. Piştî 2 salan li butoya Enqereyê xebitiye, li Stenbolê nûçegihantiya DGMê kiriye.
Piştre heta sala 2009an li Hayat TVyê bultena êvarê peşkeş kiriye. Di sala 2012an de li IMC TVyê dest bi kar kiriye, him edîtorî him jî pêşkêşvaniya Mor Bultenê ya ku nûçeyên derbarê jinan de tê berhev kirin, kiriye: “Di kurte jiyana min de rojnamegerî hebû heta niha. Lêbelê êdî esnaftî jî çêbû. Lê ji bo demekê kurt.”
Di 29ê Îlona 2016an de bi KHKya hejmara 668an ve IMV TV jî tê de 12 kanalên tvyê û 11 radyo hatin gitin. 4 piştî ragihandina biryarnameyê polîsan avêtin ser avahiya IMC TVyê.
Serdegirtina polîsan di ekranên IMCyê de bi zindî hat weşandin. Xebatkaran serdegirtin protesto kirin. Bi heman kararnameye, Hayatin Sesi Tv, Denge Tv, Jiyan Tv, Zarok Tv, Van Tv yek bi yek hatin girtin.
Agahiya girtina kanalê, dema Savumlu li cem xesiya xwe ya li ber mirinê bû, gihiştiyê.
“Ez li nexweşxaneyê bûm. Agahî hat ku wê televizyon were girtin û polîs wê biavêje ser kanalê.Li aliyek girtina kanalê li aliye din mirina xwesiya min… Hemû bi ser hev de hat. Piştre taqeta min nema ku ez ji xwe re kar jî bigerim. Ji xwe ti hêvaya min nebû ku ez karek peyda bikim. Hemû cihên kum in dikarî ez lê bixebitim, hatin girtin. Li ser vê yekê ez neçar mam û vegeriyam memlekete xwe Bandirmayê.”
“Min li vir dikanek vekir. Min dli dikanê xurekên xwezayî difirotin. Lêbelê ez ji bazirganiyê fêm nakim. Bêguman pirsgirêk ne tenê ez bûm. Dema milet nokan jî dikirî, gram bi gram dipîvandin. Xizaniyeke mezin hebû. Lê ji aliyekî din ve jî nijadperestî jî dihat kirin. Bandirma ciheke piçûk e.
“Demeke kurt de derdor pê hesiya ku min li IMC TVyê kar kiriye û kanal ji ber KHKê hatiye girtin. Her zanîn ku ez bi kesekî Kurd re zewicî me. Navê kurê min Deniz Jiyan e. Lê min nikaribû bi navê Jiyan bangî wî bikim. Ji ber van dikan jî kar nedikir û min wir jî girt.”
Gokhan Kazbek: Ji edîtoriyê heta marangoztiyê
Em niha bere xwe didin, marangozxaneya li Stenbol/Okmeydaniyê. Rojnamegerê 27 salan li vir dixebite.
Gokhan Kazbek, di sala 1989an de li rojnameya Sabahê dest bi rojnamegeriyê kir. Li Hurriyet, Turkish News, Star Tv, Kanal 6, Ata Tv û TRTyê xebitiye. Ji ber twitên ku piştî bûyerên Geziyê parvekiribû, di Cotmeha 2013an de ji kar hat derxistin.
Bêguman weke rojnamegerên ji Geziyê .şûnde ji karê xwe hatine avêtin, li wî jî deriyê hemû medyaya serdest hat girtin.
Piştî betalbûna 1.5an li IMC TVyê dest bi edîtortiyê kir. Beriya marangoztiyê ev karê wî yê rojnamegeriya dawî bû. Piştî girtina IMC TVyê, bo xebatê serî li gelek cihan d. Lê zêdeyî bersiva neyînî dan û hinek ji wan qet bersiv jî nedan wî.
Kazbek êdî îkna bûye ku ew nikare ji xwe re karekê bibîne. Li ser vê yekê bi Mevlut Doganê ku li TRTyê kameramantî kiriye re dest bi marangoztiyê bikin.
Mevlut Aydogan jî piştî proterstoyên Geziyê, ji karê xwe yê TRTê hatiye avêtin û demekê li Ulusal Kanalê xebitiye. Li ji ber ku 9 mehan meaşê wî nedane, ji wir jî derketiye û li Ajansa Nûçeyan a Cîhanê dest bi kar kiriye. Ji ber ku ajans piştî 15ê Tîrmehê hatiye girtin, ew kar jî ji deste wî çûye.
Kazber wê demê wiha tîne ziman:
“Mevlut marangoztiyê ji bo kêfê û demderbaskirinê dikir Piştî IMC hat girtin, em axivîn û me biryar da ku vî karî bi hev re bikin. Ez him di îmalatkirinê de him jî di bazarkirin û firotinê de dixebitim.
Ew tenê di îmalatê de dixebite. Hevaleke me yê din jî heye ku ji destpêkê ve marangoztî kiriye. Em carcaran ji wî jî alîkarî dixwazin. Atolyeya me heye. Ji maseyê bigire heta odeya razanê em dikarin her tiştî çêbikin.”
Her çiqas jêhatî bin jî pereye ku ji marangoztiyê qezenc dikin ji zarokên wan ên li zanîngehê li alîkî, têra kirêyê malen wan jî nake.
Kazbek dibêje: “Piştî IMC hat girtin, meha destpêkê em weke masiyên ji avê derketî bûn.” Rojek çar-pênc hevalên wî yên rojnameger ên betal, wî gazî cafeyeke li Kadikoyê dikin. .
Kazbek dema diçe kafeye, dibine ku hevalên wî ji bo anketê bîra bi muşteriyan didin temkirin û bi vî awayî hewl didin ku pere qezenc bikin:
“Ew hemû rojnameger bûn. Mesela hevaleke me hebû e-bazirganî dikir, hewl dida ser înernetê kincên jinan bifiroşe. Çend hevalan ji xwe re karên bi dewamî peyda kirin. Lêbelê hêjî gelek heval hene ku ji xwe re ti kar peyda nekirine.
“Min weke rojnamegerekî di salên 90î de jî OHALê dîtibû. Lê min demekî wiha qet nedîbû. Ez 51 salî me, 27 salan min vî karî kir. Lêbelê niha ne mal, ne jî wesayîtek tiştek di deste min de nîn e”
Semra Pelek: Navê me yên jor şandibûn
Dibêjin piştî derbeya 12ê Îlonê gelek rojnameger betal mane û wan wê demê nivîskariya reklamê kirine. Semra Pelek jî di sala 2015an de dem ali Milliyetê edîtoriya polîtîkayê dikir, li gel 10 xebatkarên din ve ji kar hatin avêtin.
Ji bo Pelek destpêkirina karekî di warê din de bêguman ne hêsan e. Lêbelê dema ew li rewşa hevalên xwe yên din dinêre halê xwe baştir dibine: “Min bi dilxwaziyeke mezin rojnamegerî dikir, lêbelê nizanim ka ew sektor çiqas li min hat. Di sala 1996an de min li Zanîngeha Stenbolê di Beşa Ragihandinê de dest bi perwerdehiya lîsansê kir. Ji pola duyem şûn de, min li Milliyetê dest bi nûçegihantiyê kir. Heta sala 2003an min nûçegihantiya DGMê (Dadgeha Ewlehiya Dewletê) kir. Piştre ez li cihê cuda xebitîm. Di dema dawiyê de dîsa derbasî Milliyetê bûm. Piştî hilbijartina 7ê Hezîranê di Îlona 2015an de gelek kesan ji kar derxistin. Dema me behsa sedemê vê kir jî gotin, “navê we yên jor şandine”. Lê em nizanin ka yên jor kî ne.
Gelo yê li jor, wan lîsteyan li gorî çi çêdikin? Bersiva Pelek wiha ye:
“10-15 salên dawî de mudaxeleya siyasî ya AKPê heye. Ji xeynî vê, ji salên 1990î vir ve di medyayê de guhertinek tê kirin. Rojnamegerên xwedî tecrûbe ji kar diavêjin, di dewsa wan de ciwanan bi erzanî didin xebatê. Bi taybetî piştî 7ê Hezîranê li rojnameyan kesên muxalif nehiştin. Ti derfeteke nemaye ku rojnamegerek karên xwe li gorî rêgez û pîvanên xwe pêk bîne. Yek bi yek ji rojnamegeran tê xwestin ku bibin alîgir.
“Ev yek li dijî rojnamegeriyê ye. Dema ez li Milliyetê bûm, rasterast zorlêkirineke ji bo alîgirbûnê nebû. Lêbelê ji ber ku ez edîtora polîtikayê bûm, gelek zext dihat kirin. Pirsên weke “te wê nivîsê çima ew qas mezin daye, te çim abi vê serenavê daye” zêdetir bûn. Dema min manşeta nûçeya partiya sereke ya muxalefetê jî bi 15 cm’an diweşand, dibû pirsgirêk. Bêguman ji ber vê yekê mirov ji asteke şûnde rojnamegerbûna xwe dide ber çavê xwe.
“Kîjan bûyer/agahî girîng be mirov hewl dide ew qas cih bidê de, lêbelê hin aliyên din dikevin dewrê de. Ev yek li dijî helwesta ku tu heta niha baweriya xwe pê tînê yî. Ji ber vê yekê, piştî ku ez ji Milliyetê hatim avêtin, min serî li ti cihê neda ji xwe. Di medyaya alternatif de jî pirsgirêkên aborî zêde ye û ev yek jî bandoreke neyînî li ser îstîhdamê dike.”
Denizcan Abay: Malbata rojnamegerên betal
Deniz Abay tecrubeyên ji ber zextê li ser rojnamegeran, ji cezayên ku li bavê wê rojnameger Necatî Abay hatiye dayîn, girtiye. Bavê wê Abay ji ber nûçeyên ku wî çêkiriye caze lê hatiye dayîn. Necatî Abay di sala 2012an de li Almanyayê îltîca kiriye.
Denizcan Abay dema di lîseyê de bû, bavê wê berdevkê Platforma Hevgirtina Rojnamegerên Girtî bûye. Dema bavê Denizcan çeteleya derbarê rojnaegerên girtî de amade dikir wê jî alîkariya bavê xwe dikir. Bi vê awayî berdêla ku ji bo rojnamegeriya rexnegir tê dayîn ji nêz ve dîtiye.
Ji bo weke dê û bavê xwe rojnamegerî bike, piştî ji fakulteya ragihandinê destûr digre, li Ozgur Radyoyê dest bi kar dike. Karê wê yê duyem IMC Tv bûye û piştî vê dawî bûye. Di 4ê Cotmehê de ligel IMCê, Ozgur Radyo jî hatiye girtin. Diya wê Leyla Abay ku di radyoyê de rêveber bû jî, hatibû binçavkirin.
Berdewamiyê em ji Deniz Abay guhdar bikin:
“Bavê min di sala 2003an de dem ali rojnameya Atilimê dixebitî, hat binçavkirin û du re hat girtin. 6 meh girtî me. Piştre doz dewam kir. Di vê demê de berdevkê Platforma Hevgirtina Bi Rojnamegerên Girtî re bavê min bû. Salên min ê lîse û universiteyê bi amadekirina lîsteya rojnamegerên girtî re derbas bû.”
Niha rewşa malbata Abay wiha ye: Dayîk betal e, bav bûye penaber, Denizcan jî piştî rojnamegeriya 4 salan niha dixwaze ji xwe re cafeyek vebike. Lêbelê ew niha tenê ji bo vê karê niyet dike. Lêbelê armanca wê ya sereke ew e ku dîsa dest bi rojnamegeriyê bike.
Faruk Balikçi: Derî li ser me hat girtin, lê em ji pacê de ketin hundir
KHKya hejmara 668, di 29ê Îlona 2016an de hat îlankirin Azadî TV, Jiyan TV, Zarok TV, Gun TV, Azadiya Welat, Ajansa Nûçeyan a Dicleyê hatin girtin û rojnamegeran bo şermezarkirinê di 10ê Cotmeha 2016an de dest bi çalakiya rûniştina 3 rojan kiribûn.
Yek ji rojnamegerên ku tevli çalakiyê bûye Faruk Balikçi bû û ew dibêje: “Bes ji Amedê 70 rojnameger di şevekî de betal man.”
“Ez li IMC TVê dixebitîm. Min ti serlêdaneke hiqûqî nekir û tazminat nexwest. Me destpêkê de xwest ku em çalakiya xwe weke greva birçîbûnê bidomînin. Lêbelê ji ber nirxwandinên li derdor hat kirin ku wê çalaki negihêje mexsedê xwe, me jî dev ji wê biryarê berda.
“Piraniya hevalên me yên ku wê demê betal man, hêjî ti kar peyda nekirine. Gelek ji wan di sektorên din de ji xwe re kar digere. Min ji xwe re di siteya Ozguruzê de kar peyda kir, lêbelê di vê rewşa hanê ku gelek evalên me betak in de, ji dile mirov nayê ku rojnamegerî bike. Ez nikarim bejim ku em weke bere karê xwe bi dilxwaziyeke mezin dikin. Lêbelê di encamê de wan derî li ser me girtin, lêbelê em ji paceyê ketin hundir. Gelek hevalên me hene ku ji wê nekarîbûn ji wê pacê derbasbibin.
Medyaya “Cemata Gulen”
Li ser zextên hatine kirin gelek rojnameger betal mane û gelekên wan jî xebatkarên medyaya ku nêzî Cemaeta Fetullah Gulen e. Li gorî agahiyên rêxistinên medyayê hejmara wan navbera 2500-3000an e.
Di hinceta biryarnameyê de wiha hat gotin: “Têkilî ya wan bi FETO/PDY (Rêxistina Terorî yê Fetillahperestan), rêxistinên terorê re hene û pêkanînên li dijî hebûna dewletê dikin.”
Lêbelê kesên ku piştî girtina medyaya Cemaeta Gulen betal mane ji ber tirsa “sûcdarkirina bi derbeyê” nikarin dengê xwe derxînin. Hin rojnamegerên ku beriya niha li cem wan xebitîne, vê yekê were vedişêrin. Heta ku ji bo teklîfa me ya roportajê re jî gotin na.
21 jê girtî derbarê 30 xebatkar û nivîskarên Zamanê de bi îdiaya “teşebusê derbeyê kirine” û “endamê rêxistina terorî ne” ve doz hatiye vekirin û ji bo wan muebeta 3 caran û 15 sal jî ceza tê xwestin. Ev yek jî sedema vê tirsa wan dide nîşan.
Bi me re napeyivin
Mînak rojnamegereke ku demekê dirêj li Bugunê xebitîbû, ji ber ku cihek teklîfa xebatê jê re şand, randewûya me betal kir. Wê rojnamegerê got: “Ez li hemberî we mehcûb im, lê min bo w edu rojnamegerên jin ku wê ji were biaxivin, peyda kirin. Piştre ragihand ji me re ku her du rojnamegerên jin jî naxwazin biaxivin.
Ji ber ku yek ji wan hemû pereye xwe razandiye ser karekî nû, li ser înternetê bazinan difiroşe û naxwaze ew kar jî ji deste wê here.
Nûçegihaneke berê ku niha di fabrîqeyekî de dixebite jî, bo karê wê yê niha ji dest neçe daxwaza me ya hevpeyvînê red kir. Yêkê din (kameraman) got, “Ji xwe ti tişt nema ke were serê me. Bes ma ye ku me biavêjin girtîgehê. Bo vê yekê ez naxwazim biaxivim” û wî jî em redkirin.
Rojnamegereke din ku dema di medyaya cemaetê de dixebitî ji kar hatiye avêtin, wiha dibêje: “Dema ez di nav wan de me, ez weke zombiyan im. Ji ber ku ti eleqeya min bi dîn û îmanê nebû. Lêbelê niha zorê li min dikin ku îspat bikim ku ez FETOyî me.”
Ji ber îhtîmal e ku kareke din ji xwe re bibîne, naxwaze bi me re biaxive.
Rojnamegerên di medyaya cemaetê de li kû ne?
Serokê Sendîqeya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş dibêje piştî operasyonên li dijî medyaya Cemaeta Fetullah Gulen wan negihiştine endamên TGSê jî.
“Di encama operasyonên li dijî cemaetê de heta niha 2 hezar rojnameger betal mane. Ew kesana heta niha ji ber tirsa sûcdarkirina bi FETOyê xwe veşartine. Ev yek zelal e. Ti eleqeya piraniya wan kesan ji vê yekê nîn e. Tenê ji bo pereyê nanê xwe xebitîne.
“Lêbelê dibêjin eger ku derkevin derbarê vê yekê de daxuyaniyek bidin wê werin sûcdarkirin. Ji xwe nêzî 80 rojnameger ji ber FETOyê tên dadkirin. Bo vê sedemê gelek ditirsin û li deran xwe nîşan nadin.”
“Tenê ez dizanim ku ji xwe re kar nagerin. Nêzî 3000 kes ji ber cihên ku bi KHKan hatin girtin, betal man. Cihên ku ev kesana serî lêbidin ji xwe xebatkaran nagirin û her diçe ew jî xebatkarên xwe ji kar derdixin. Li van deran jî gelek kes ji karên xwe tên derxistin.Ji saziyên mezin gelek caran di yek carê de sê kes, pênc kes ji kar tên derxistin. Yanê rpjnamegerên betal ji xwe re kar bigerin jî nikarin peyda bikin.
Serokê TGSê dibêje rojnamegerên ji medyaya çepgir û Kurd ku piştî operasyonan betal mane, dizanin ka rewşa wan ê niha çiye, lê derbarê xebatkarên medyaya Cemaeta Gulen de ti agahî nîn e. (İA-EG/NU/HK)
ROJNAMEGERÊN BÊKAR Lİ PEY NÛÇEYA XWE NE
1- Her çi qas ew “karên nû” dikin jî, ew rojnameger in
2- Di OHALê de rojnamegerî qedexe ye
3- Almanya: Li Dîasporayê Jenerayona Nû / Veqetîn
4- Almanya: Koçberiya Piştî Bêhntengîyê
5- Rêxistina 'Keça Ereb Ji Pacê Temaşe Dike" û Rizgarbûna Ji Erebbûnê
6- Çawa Dixebitin/Betal Dimînin; Sivikkirina Helwesta Hişk
7- Ji Bo Ferqmeyîliya li ser wan Dawî Bibe, Bi Rengspiyan Re Dizewicin
8- Pirsgirêkên Navendên Rehabilîtasyona Taybet: Mînaka Çewlikê
9- Du Rêveber Li Ser Pêkanîna "Ji bo Kêmendaman Piştgiriya Perwerdehiyê" Nîqaş Dikin
10- Xwendekar û Weliyên Çewlikî Diaxivin
11- Kesên Kêmendam Bi Sîstema Elimandinê Ve Dikarin Perwerde Bibin
12- “Gawirên wir” çûbûn tenê tax mabûn, lê taxan jî bi temamî ji holê rakirin
13- Midirgiç Margosyan behsa kolan û derdorê sûran kirin
14- Kesên Li Dijî Nefretê Jiyan, Evîn û Berxwedanê Diparêzin
15- Ece Devrîm: Min Li Dijî Kedkariya Seksê Ya Bi Darê Zorê Gelek Ber Xwe Da
16- Şahîka: Mirov nikare pişt re bibe trans
17- Emirhan: Di Berxwedana Rêxistinî De Divê Qeydê Bûyeran Were Girtin
18- Komeleya Sarmaşikê hat girtin; Gelo halê mexdûran çi ye?
19- Bankeyeke alternatîf: Bankeya Xurekan a Sarmaşikê
20- Sarmaşik hat girtin: “Ne têr in, ne jî birçî”
21- Projeya bi dekora dîrokî ya ji bo Stenbola modern: Balat
22- Hunera Di Bin Siya Qayûman De
23- Hunermend û bîner bê meydan mane, xwendekar ji konsevatuarê bûne
24- Di Tevgera Kurd De Kronolojiya Zindanan
25- Operasyonên “KCKê”
26- Hemû hevserokên partiyên Kurd di zindanê de mane
* Projeya Rojnamegerên Bêkar Li Du Nûçeyên Xwe Ne, bi piştevaniya fînansî ya Programa Matra-Mafên Mirovan a Serkonsulxaneya Hollandayê ya pêk hat.