Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Dadgehê bi sûcê “propagandaya PKKyê” Hasan Cemal dad kir. Dozgerîyê xwest ew 13 salan di girtîgehê de bimîne. Dadgehê biryara serbestberdana wî da.
Hasan Cemalî di sala 2013ê de rêzenivîseka bi navê “rojnivîska vegeriyanê” nivîsîbû. Hat îdiakirin ku wî di beşa 3yê de propagandaya PKKyê kiriye.
Dadgeha Cezayên Giran a 24. a Stenbolê doz bi rê ve bir. Dadgerê dozê Hûlûsî Pûr e, Halît Îçdemîr û Çaglayan Ozbay di dîwana dadkirinê de bûn.
Hasan Cemalî ji bo parastina xwe gotibû:
“Di wê demê de aştî dihat xwestin. Min ew pêvajoya vegeriyana ji çîyayî nivîsî. Ew bi tenê karê rojnamegeriyê bû.”