Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dadgeha Cezayên Giran a 8. a Stenbolê bi îdiaya ku Ahmet Şikî ji bo “PKK û FETO”yê propaganda kiriye biryara girtina wî da. Bi biryara dadgehê ji 30ê Kanûna Pêşiyê ve, 89 roj in ku Ahmet Şik di girtîgehê de ye.
Kemal Goktaşî di nûçeya xwe ya di rojnameya Cumhuriyetê de eşkere kir ku li gor belgeyan nûçegihanê Ajansa Anadolûyê giliya Ahmet Şikî kiriye.
Li gor nûçeyê di 28ê Çiriya Pêşiyê de kesekî gilînameyek ji Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê re rêkiriye. Di peyamê de sernivîsa “ji bo Xwedê lê binêrin” hatiye nivîsîn.
Li gor belgeyeka di lêpirsîna Ahmet Şikî de nûçegihanê Ajansa Anadolûyê K. K.yî ew gilîname rêkiriye.
Kemal Goktaşî di nûçeyê de eşkere kiriye ku wî bi telefonê bakiriye K.K.yî. Wî di destpêkê de gotiye “nayê bîra min” paşê gotiye “ew ne ez im.”
Piştî zelalkirina mijarê K.K.yî gotiye ew ê ji berpirsên ajansê re bibêje û paşê li Goktaşî vegere. Lê K.K.yî paşê bersiv nedaye.(EKN/MB)