Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dîwana dadkirinê ya Dadgeha Cezayên Giran a 23. a Stenbolê rûniştina sêyem a Doza Ozgûr Gûndemê bi rê ve bir.
Ozgûr Gûndem bi Biryarnameyeka di Hikmê Qanûnan de hat girtin. Birêvebir, nivîskar û şêwirmendên Ozgûr Gûndemê hatin dadkirin.
Îdianame di 23yê Çiriya Paşiyê de hatibû qebûlkirin û dadgehê di 29ê Kanûna Pêşiyê de dest bi dadkirinê kiribû.
Ji bo dozê şêwirmenda weşanê Asli Erdogan, nivîskar û şêwirmenda weşanê Necmîye Alpay, berpirsê weşanê Zana(Bilir) Kaya, berpirsê weşana nivîsan Înan Kizilkaya, nivîskara rojnameyê Eren Keskîn, endama dîwana şêwirmendiya weşanê, Ragib Zarakoglû, xwediyê îmtiyazê Ragip Zarakoglû û Bîlge Aykût hatin dadkirin.
Dadgehê di rûniştina yekem de biryar dabû Necmîye Alpay, Asli Erdogan û Zana Kaya bê serbestberdan.
Înan Kizilkaya di destpêkê de hat dadkirin. Wî diyar kir ku di demekê şer û pevçûn hene wî nekariye ji berpirsiyarîyên xwe bi dûr bimîne.
Parêzeran xwestin qedexeya derketina derveyî welatî ya Asli Erdoganê û Necmîye Alpayê bê betalkirin. (TP/HK/MB)