Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Nûçegihanê Tirkiyeyê yê Die Weltê, Denîz Yûce 13 roj bûn ku li navenda polîsan desteserkirî bû, dadgehê duhî bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistinê û ji bo dijminî û kîndariyê tehrîkkirina gelî” biryara girtina wî da.
Yûce di 14ê Sibatê de ji ber nivîseka wî hatibû desteserkirin. Wî nivîsek li ser E- Maîlên wezîrê enerjiyê, Berat Albayrakî nivîsîbû ku RedHeckê bi destxistibûn.
Ji ber heman lêpirsînê Tunca Ogreten, Omer Çelîk û Mahîr Kanat jî hatine girtin.
Çi bûbû?
Li gor nûçeya Sabahê ya di 25ê Kanûna Pêşiyê de hatî nivîsîn, di heman rojê de 9 rojnameger hatine desteserkirin lê ji ber ku Denîz Yûce li derveyî welatî ye nehatiye desteserkirin.
Ji beriya 13 rojan Yûce hat girtin û li navenda polîsan dima.
Me ev nûçe ji Deutsche Welle, Hürriyet, BirGün berhev kir.