Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Doza ji bo rojnameya hatî girtin a Ozgûr Gûndemê didome. Dozgerî ji bo Nadîre Matera ku bûbû berpirsa weşanê ya nobedar ceza xwest.
Doz li Dadgeha Cezayên Giran a 22. tê birêvebirin. Ji bo Mater bi “propagandakirina ji bo terorê” û “ çapkirin û belavkirina danezanên rêxistinên terorî” tê dadkirin. Bi Qanûna Cezayan a Tirkan a 53. ceza ji bo wê tê xwestin.
Parêzerên Materê xwest demê birêvebirina dozê bê dirêjkirin. Doz dê di 7ê Adarê de bê birêvebirin.
Eyûpoglû: Ji bo nûçeyên bi vî rengî ji beriya salekê doz nedihat vekirin
Parêzera Materê, Merîç Eyûpoglûyê got:
“Delîlên me ji bo lêpirsînê dabû di dosyeya dadkirinê de nebû.”
Kitêba Azadiya Medyayê hat pêşkêşkirin.
“Ew kitêb amara binpêkirinên mafên mirovan bi daneyên RSFyê eşkere dike. Tirkiye li gor par du rêzikan bi paş ketiye. Ji bo nûçeyên bi vî rengî ji beriya salekê doz nedihat vekirin”
BIXWÎNE: Dadgeha Stenbolê Nadîre Matera rojnameger dad kir
Çi bûbû?
Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin.
Doza ''propagandaya rêxistina terorî'' li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin.
Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo demekê hatin girtin.
Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da.
Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin.
Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin.
Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin.
(EA/MB)