Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
RTUK(Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan) bi fermana serokwezîrîyê digel nûnerên televizyonan civîya.
Cihgirê serokê RTUKê Îlker Ilgin û Mehmet Çakiltaşî pîvan û rêbazên weşana televizyonan a di Halê Awarte de ji bo nûneran eşkere kir.
“Nûçeyên Bilez” qedexe ye
Li gor RTUKê eşkere kirî ji bilî nûçeyên bi agahî û dîmenên ji aliyên fermî ve hatîn, çêkirina nûçeyên bilez qedexe ye.
RTUKê da zanîn piştî bûyerên teqîn, kuştin û birîndarkirinê ji bilî agahî û dîmenên ji aliyê berpirsiyarîyên fermî ve hatîn belavkirin, çêkirina nûçeyan û bi nûçeyên bilez sekinandina weşana normal qedexe ye.
Bajarên marqe
RTUKê daxuyandiye ku li bajarên marqe yên wek Enqere, Stenbol û Izmîrê çêkirina nûçeya êrîşeka li ser avahiyeka hessas ya wek balafirgehan dê xizmetê ji rêxistinên terorî ye bike.
Agahiyên li ser bûyeran dê ji wezaretan, Serokkomarîyê, Serokwezîrîyê, ji walîtî û emniyetan bêne dayin. (EA/MB)