Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Avahiya Keyf û Şahiyê ya Reinayê, bi çekan êrîşek hat kirin û bi êrîşê 39 welatî mirin.
Rojnameyan bi dirêjî behsa bûyerê kiriye.
Ji ber ku êrîş di 1ê Kanûna Paşiyê, siet: 1.22ê de pêk hatibû, rojanameyan nekaribûn li ser bûyerê binivîsin. Bi tenê Rojnameya Haberturkê di roja pêşiyê de çapeka nû ya rojnameyê çap kir û li ser bûyerê nivîsî.
Rojnameyên Sabah û Starê bûyer wek êrîşeka li sersalê nivîsî û li gor wan rojnameyan armanca êrîşê “kesên dîndar” bûye. Li gor Takvîm û Gûneşê êrîş karê “hêzên derve” û “şîretkarên veşartî” ne. Li gor Yenî Akîtê berpirs Amerîka ye...
Sernivîsên rojnameyan yê derengmayîn ev in
Star
“Êrîşa xayînane, feqa xayînane” rojnameyê wek êrîşa li şeklê jiyanê û êrîşeka li dîndaran nivîsîye.
Akşam
“Em ê serkaniyê tine bikin” herweha sernivîsa “FETOyê rê daye xwekujan” jî di rojnameyê de cih girtiye.
Takvîm
Sernivîsa rojnameyê: “Ev kes ew nemerd e” li gor rojnameyê “Hêzên derve yên nekarîn Tirkiyeyê bisekinînin hewara xwe gihandiye terorîstan.”
Gûneş
Rojnameyê sernivîsa “Divê teror me bigihîne hev” nivîsîye. Li gor rojnameyê “Şîretkarên li pişt terorê” ew bûyer pêk aniye.
Mîlliyet
“Dema hevgiriyê ye”, rojnameyê ev sernivîs nivîsîye.
Hurriyet
Hurriyetê jî wek rojnameyên Guney û Milliyetê nûçeyên ji bo hevgiriyê nivîsîye. Ji wan rojnameyan cidatir herweha DAIŞ wek faila bûyerê destnîşan kiriye.
Sabah
Sabahê jî nûçeyên ji bo hevgiriyê nivîsîne û sernivîsa “Ew nikarin we bikin em li hev bikevin”
Aydinlik
Rojnameyê bi sernivîsê Amerîka wek fail destnîşan kir. “Bersiva rijdiya terora DYAyê(Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê)”
Yenî Akît
Yenî Akîtê jî Amerîka wek berpirsa bûyerê eşkere kiriye. Rojnameyê ev sernivîs nivîsîye: “Bergumana sereke Amerîka ye”
Haberturk
Haberturkê li ser bûyerê sernivîsa “Êrîşa nemerdane ya li Tirkiyeyê û mirovatiyê” Rojnameyê eşkere kiriye ku piştî êrîşê bi tenê wê di roja pêşiyê de li ser bûyerê nivîsîye.
Vatan
Vatanê sernivîsa “Nemerdê bi Keleşkof” nivîsîye.
Yenî Şafak
Yenî Şafakê li ser reva êrîşkarî nivîsîye û li ser nivîsê gotiye “Ma ji nava avahiyê piştgir hebûn?” nivîsîye.
Cumhuriyet Bîrgûn Evrensel
Rojnameyên dî agahiyên li ser bûyerê berhev kirine û eşkere kirine ku ti kes wek berpirsê bûyerê nehatine girtin.
Bîrgûn: “Tariya kevneperest bi sala nû ve da”
Cumhuriyet: “Dijminên mirovatiyê”
Evrensel: “Hewara xelaskirina canî, kî dê hesabî bide.”(HK/MB)